dewrî em qeřne leser min be sitem hat û guzeşt

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  550 views
dewrî em qeřne leser min be sitem hat û guzeşt
sał û meh, herçî ḧeyatim bû, be ẍem hat û guzeşt
lengerî tayrî dewłet leserim tûlî nebû
wekû hewrê ke bixa saye, behem hat û guzeşt
qafłey ’umrî giranmaye le îqlîmî wicûd
çend çalak û sebukřew, be ’edem hat û guzeşt
custenî tîrî řewanit be nefes tûlî nema
wek keman qametî pîrî ke be xem hat û guzeşt
le guzergahî wicûda be şîtabêkî tewaw
bo byabanî ’edem, mewkîbî cem hat û guzeşt
bû be çîn cumle le pêşanîyî namerdî bexîl
le kefî merdî sexî, herçî direm hat û guzeşt
eşkî salimPen name ke le coşa hemû xwênawî diłe
weh çi seylê bû ke wek řengî beqem hat û guzeşt!