le çemen serwî řewanim ke ’eyan hat û guzeşt

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 2 minutes  543 views
le çemen serwî řewanim ke ’eyan hat û guzeşt
le siruşkim be řuxa coyî řewan hat û guzeşt
medid û tûlêkî nebû şe’şe’eyî amedî bext
wekû berqî felekî, cîlwekunan hat û guzeşt
wekû şadî nebû îstî leserim, yarî ’ezîz
mudde’î, wek ẍemî dêrîne, giran hat û guzeşt
yar û eẍyarî minin herdû ke řoyîn pes û pêş
be ’eqeb fesłî behara seretan hat û guzeşt
eşkî min, çunke teřawetdehe bo baẍî řuxt
ey besa şew le dû dîdem seyelan hat û guzeşt
zor nîkit le sefay sîne be her kes ke nuwand
cameyî sebrî diřî, sînezenan hat û guzeşt
dił wekû nuqteyî sabît le myan besteyyî to
çerxî peřgarsîfet bes deweran hat û guzeşt
yêrşî tîpî mujey dî, ke diłim, řû be qefa
le penay sayeyî zułifit, be eman hat û guzeşt
şwênî her baqîye êsteş le letîfîy lebî to
def’eyê bû, le xeyała, be dehan hat û guzeşt
xûnbehay maçî xeyałîte, eger her serî min,
bû be pa, ser le řehî to be dewan hat û guzeşt
dił ke salimPen name bû, le řûy zêwer, tuřřeyî nedebest!
êste mecrûḧe, le mû muşkifşan hat û guzeşt