řengî řûm řabûrd, dirêẍa, baz le ḧesret řûyî dost

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  448 views
řengî řûm řabûrd, dirêẍa, baz le ḧesret řûyî dost
xem buwe qeddim le ẍemda her wekû ebrûyî dost
meylî ’etir û mîsk û řeyḧan û guł û xawim nîye
ger seḧer badî seba bênê belama bûyî dost
sehle ger sed xamî wek min, mulḧîd û dehrî bibin
salîkî dîn werdegêřê, dîdeyî cadûyî dost
kê bû deyut hîndîyan ewrengî zêb nîn, sehwî kird
padşahî mułkî řûme xałekey hîndûyî dost
agirî cewrî diłaramim heta dê xoş debê
narî zerdeştî be da’îm key degate xûyî dost
bał dekate eřře qumrî, pey deka serwî çemen
ger le gułzara bibînê qametî diłcûyî dost
zeḧmete îtir necatim bê ledest şebhayî hîcir
derhem û tûlanîy û tarîke mîslî mûyî dost
ax û dax û ḧesreta, xozgem be par ke řoj û şew
dadenîştim kameran, peyweste hemzanûyî dost
bo deway meḧrûq dił, salimPen name meçore lay ḧekîm
qed deway tebrîd nîye bo to, meger lîmûyî dost