dostî be umêd netîcey peşîmanîye

From the Book:
Baxçey Kurdistan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  778 views
dostî be umêd, řojî dwane
ewîş nek be dił, be ser zimane
eger bo tema’ dostî ekey
neweła meyke! abřûy xot ebey
dostî be umêd sêberî dare
sed cê egořê heta êware
meyl ew meyleye bebê hîwa bê
be diłêkî germ wek bira bê
be qazancî dost zor şadman bêt
zerer řûy têka, zor perêşan bêt
dostî dost, doste, bebê diroye
dujminî dujmin, xo dostî toye
sałêkyan min û aşnayêkim
le aşna çaktir, wek birayêkim
bo nef’î şexsî bwîn be aşna
piştî yekman girt, her wekû bira
min umêd be ew, ew umêd be min
dostiman kwêr ekird, çi cyayî dujmin
axrî hîwaman le yek des nekewt
bûyn be zîddî yek, wek agir û newt
min cinêw be ew, ew be min cinêw
şişayne yektir, her wek cin û xêw
min newîm le dar, ew newî le berd
herdû xecałet, herdûkman řeng zerd
axrî ’aqîbet kirdiman be hawar
hatne seyrman mexlûqî bazař
her kes ’aqił bê, qet weha naka
bo dostî weha, abřûy xoy naba