ey fils

From the Book:
Sirwey Berbeyan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  505 views
ey fils! řoḧî řewanim, toy pena û piştî hejar
destigîrî ’alemî, mirdûyş dexeyte îş û kar
nek minî peřgende nemzanî beřastî qedrî to
zahîdîş lam waye bo toye kewa exzête ẍar
ey fils! lay her kesêk bî, herwekû lêfey qewî
da’epoşî, ger bibê ’eybî be xerwar û teẍar
ey fils! ger toş nebî, bargîr kiz û damaw ebêt
têr le ka û coy ger nekey, loqeyşî nabê ta be ẍar
çend kesim dî min lemewber toy nebû nawî nebû
bot ḧîsab kem êste eşrafin heta dûsed hezar