gozełey kurdistan

From the Book:
Sirwey Berbeyan
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  476 views
qani’ be řêbwarî eda be lay pîrejnêkî gozekerda. gozełeyekî nîwewişk û nîweteřî berçaw dekewêt. be nûke çeqoyek em dû dêre şê’rey xwarewe le gozełeke hełdekenêt. le paş sûrkirdinewey gozełeke, be dyarî deynêrêt bo beřêz hadî çawşilî ke midîr naḧyey pênciwênLocation bû. ewîş gozełekey ewende be lawe benirx debêt le ser mêzî fermangekey day’enêt. desteyek le edebperweranî şarî silêmanî legeł mamosta pîremêrdida deçin bo hawînehewarî çwarbaxî pênciwên, lewêş zyaretî mamosta hadî midîr naḧye deken û çawyan be gozełeke dekewêt. lêy depirsin em gozełeyet le kwê bû? beřêzîşan le weramda dełêt: qani’ boy nardûm. ke geřanewe heryekeyan be nameyek daway gozełeyek le qani’ deken. qani’îş bew sê dêře şê’rî xwarewe weramyan dedatewe:
şê’rî ser gozełeke:
awî gozełey xakî kurdistan
xoştire le aw serçawey lubnan
kurde be yadî dewrî kerîm xan
binoşe qum qum befrawî kwêstan
weramî dawakaran:
ne xawen karge û ne hewřgerm
nazanim pena bo lay kê berim
gozełey awî em kurdistane
zadey efkarî pîrejnane
bibûrin, be xwa gozełem nîye
erna bo êwe qîmetî çîye
qani’ dîwanêkî xoy bo gewre pyawêkî kurdiperwer enêrêt em dû dêre şê’rey leser zerfeke denûsêt.
dyarî xudapêdaw zêře yan zîwe
dyarî min şê’rî xwa biřîwe
ba wecûd qurban ḧezret sulêman
kulley qibuł kird le mêrûlekan