qutabîy zîrek

From the Book:
Sirwey Berbeyan
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  813 views
min mindałêkî biçûkî kurdim
mamostayekem wa fêrî kirdim
hemû beyanî ke le xew hestim
pak eşom çaw û řûmet û destim
befir û ba ebêt, serîşim eşom
înca berçayî çî hebû eyxom
be bergî mekteb leşim řêk exem
kitêb û defter legeł xom ebem
bêbak be xoşî bo mekteb eřom
řewanim kirduwe ders û dewrî xom
eçme naw mekteb legeł řefêqan
goranî ełêm, yarîş ekem cwan
le wextî dersa eçme dersixane
lelam xoştire le sed çayxane
gwê le ders egirim, eykeme berim
eyşînûsmewe le naw defterm
cum’aneyş serî xizim û dost edem
be xoşî û seyran be serî ebem
bo leş û dest û ziban hemîşe
pak řagirtinim kirduwe be pîşe
ḧurmetî dak û bab û kes egirim
çakem kirdiwete pîşe ta emirim
le mekteb fêr bûm em řewştane
mekteb serçawey ’îlim û ’îrfane
awa bê mekteb, cêgey xwêndine
şwênî terbîyey çak wergirtine
bijî mamostam dersim edatê
ew emgeyenê be gişt awatê
awatî çake bo xizmetkirdin
bo gel û weten berew pêş birdin