dûbare bo le berkirdin
From the Book:
Sirwey Berbeyan
By:
Qani (1898-1965)
1 minutes
742 views
řołekey kurdim! besye bê ’arî
sa dey têkoşîn bo xwêndewarî
dermanî derdî mîllet xwêndine
xwêndin bo wiłat awakirdine
ẍerbîş wek ême nexwêndewar bûn
be derdî cehil, zar û bîmar bûn
le say mekteba be xwêndewarî
řizgar bûn le des derd û hejarî
çunke têkoşan bûn bew pyawe
nawyan meşûre be řûy dunyawe
êweş ’îbretê leme werbigrin
ber lewey le naw zîlleta bimirin