Di warê elifbayke kurdî û yekta de
بیر و باوەڕی زانای نیشتمانپەروەری کورد «عۆسمان سەبری» بەرامبەر بە نووسینی کوردی بە پیتی لاتینی
لە کتێبی:
نووسینی کوردی بە لاتینی
بەرهەمی:
جەمال نەبەز (1933-2018)
2 خولەک
12 بینین
Ji bo ku em bikarin hemî dengên di zarê Kurdî de tikûz binivîsin, ji me re elifbayeke yekta divê. Elifbayên ku ḧeya îro li hemî aliyên Kurdistanê cih cih hatine danîn goreyî zaravayên wan cihan bûye. Ji ber ku em Kurd ḧewceyî elifbayeke yekta ne û ji me "ekademî"yek nîne ku vê kêmiya han rake; dema mamoste Cemal Nebez ji min xwest ku em bi hev re bingehê elifbayeke yekta daynin, tevî berpirsiyariya zanistî min xwe jê neda paş. Eve hemî dengên ku me di herçar zaraveyên Kurdî de dîtin:
Tîpên bideng: a o û ê î u e i
Tîpên bêdeng: b c ç d f g h ḧ j k l m n p q r s ş t v w x ẍ y z
Duçeng: wa we wê wî
Di zimanê Kurdî de tîpên "l, r" bi sê awan tên axaftin: zirav (عادی), guvaşte (مشدد), sitûr an qelew (مفخم). Herçî tîpa "n" tenê zirav û guvaşte tê axaftin û sitûra wê nîne.
zirav: r (dar), l (dil), n (nan)
guvaşte: rr (pirr), ll (gulle), nn (gennî)
sitûr an qelew: r̈ (por̈), l̈ (kol̈), -
Hezçî tîpa "r" di pêşiya peyvê de hergav guvaşte an sitûr û qelew e tu caran zirav nabe. Ji lew re ne ḧewce ye ku em bi "rr" ya guvaşte an "r̈"ya qelew binivîsin, "r"ya zirav têr dike. Lê di nav û dawiya peyvê de, zirav, guvaşte û sitûr te: ji lewre herwekî tê axaftin divê bête nivîsandin.
Ji van pêve, tîpên "ç, k, p, t" di zaraveyê Kurmancî de zirav û guvaşte tên axaftin, ku di elifbaya kurdên Sovyatî de jî hatine nîşandan. Ji ber ku di her sê zaraveyên mayî de tenê zirav tên axaftin me nexwest ku em guvaşteyên wan têxin elifbaya yekta.
Em hêvîkarim ku roj were hin zanayên kurd, an civatine zanistî kêmasiyên elifbaya kurdî a yekta rast û tikûz bikin.