5

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 6 Xulek  668 Dîtin

mirin û jyan bi hev re hatbûn. sanîḧa xanim li jorê, qata diduyan, razaye. perçeyê beden û jyana wê, zarokê mirî, li jêr, li kêleka bîrêye. carye zarok, di nav pêşgîr û pêçekekê bi xwîn de, danîne ber devê bîrê da ko wî bişon û tevê xanmên malî, veşêrin. ew li der, bêruh û bêpejin, tenê, li kêleka bîreke sar, dirêj bûye.

paryeke zarok, misteke can... hatin û çûna wî bû yek. ji qonaẍê deng dernakeve. mala mezin, di nav xewa sibê de, bêdeng, li neheqyên jyanê difkire. kî dê zarokî mehrûm bibe, wî bişo û ji xwîna jyanê paqij bike? kî dê kefenekê sipî û biçok li bedena wî ya biçok rapêçe? bêyî hêstirên çavan, kî dê bikarbe li ser wî melayka biçok, bilorîne û sitranên şînê bibêje? kî dê wî bi temamî ji jyanê bi dûr xîne û bixe bin axa reş û sar? kî dixiwaze pergê royê sar ê mirnê bibe, xwestekên mirnê qebûl bike, sitûyê xwe li ber mirnê xwar bike, ji xwe re nebe xweyî û bide ber sistyê? kî? jyan û zeḧmetyên jyanê li alyekî. lê ev mirin, mirna ko dora romana bîra qederê rapêçaye. mirna ko berî jyanê hatye û zarokekî nobûyî dixiwaze.

mirna ko rêzka dinyayê digerîne, niha li mala bedrî paşa çerx dibe. roşen xanim, melek xanim, bedrî paşa û emîn beg jî çûne odeyên xwe yên razanê. bi westa şevê û sawa mirnê, ew dixiwazin çavên xwe nerim bikin. bi tenê çend cêryên malê li pya ne. yek li ber serê sanîḧa xanmê ronşitye, yek li jêr têkberên salon û odeyan dide hev, yek jî li mitbexê avê germ dike, ji bo zarokî li ber devê bîrê.

«ji bo zarokî li ber devê bîrê»... hin gotin û peyv hene ko tê de jînek, umrek veşartye. çaxa merv li wan hûr dibe, umrekê dirêj, mîna neynkekê, li mervan dinhêre. heye ko haya te jî tune be, lê di gotna te ya jorîn de umrê min veşartye. peyva bîrê û bîrên ko di hin gehînekên jîna min de bûn pardarên qedera min, hê wê roja biharê, li ber bîra qonaẍa mamê min bedrî paşa, xwe bi kûrahî bera nav rehên jîna min dan. jîna min a ecêb, bi awayekî ecêb, bi wan dest pê kir û bi wan xelas bû... bîra mala bedrî paşa ko li kêlekê jîn û mirin di nav şerekê bê eman de bûn, bîreke pir xweş bû. dor’alyê wê bi qasê pênc bihustan, mîna dîwarekê, bi qermîtên sor hatbû lêkirin. devê wê zêde ne fireh bû. ew ne kûr bû jî. di nav bîrê de, bi dîwaran ve, pêbaskên wê hebûn. merv dikarîbû bi wan pêbaskan daketa nav bîrê. ava wê hinekê şor û hertim hênk bû. dara behîvan ko li kêleka bîrê bû, xweşyeke yekta dida bîrê. gava meh dibû adar û kulîlkên sipî yên darê dibşikovîn, di bin dara sipî de bîr dibû mîna bergehek ji çîroka «hezar û şevekê...»

cêrya li mitbexê, ko eslê wê îtalîye, sitraneke îtalî ya zîz li ser lêvên wê, hêdî hêdî, karê xwe dike. wê ji qata herî jorîn, ji oda binê banî ko ji bo dirûn û hunînê ye, cawekê dirêj ê sipî anye. ev caw wê bibe kirasê mirnê, yanê bibe kefen û bedena biçok rapêçe. av li ser argûnê germ dibe. gelo zarok wê li ko were şuştin? mal, mala mislimanane. adet û usul divê baş bi cîh bên. lê kî dê bi cîh bîne? cêrê dê çima serê xwe bi van pirsyaran bêşîne. ji ber bextê rind, roşen xanim, sitûna mala bedirxanyan li vire. bêguman, ew ê her tiştî, bi rê xîne...

carye dere ser beroşa li ser êgir û li avê dinhêre. na, av hê germ nebûye. gelo av ne kêm be? carye setla ber argûnê digre û dere derve da ko ji bîrê avê bikşîne. dinya êdî ronî bûye. ji dûr dengê pêlên zeryayê, ji ser darên bexçê jî dengê çivîkan tê. bayeke sivk hêdê hêdî pelên daran dilvîne. rojeke no ya bûyerên însanî dest pê kirye. zarokê mirî di nav paç, xawlî û pêşgiran de, li wir, li ser qermîtên ko li dora bîrê hatne raxsitin, dirêj bûye. jyan çiqas ecêbe!.. gelo vî mehrûmî, hema bi qasê kêlîkekê be jî, jyan dît û ḧisin kir? gelo royê wî çawan bû? ji ber xwîna boş, kesê ne royê wî ne jî serçavê wî dîtbû. niha, piştî bîskekê, gava ew vî mehrûmî bişon, roşen xanim ê, îlam, li royê wî binhêre.

lê ew çye! dengek tê. dengê zarokekê tê. dengekê zirav ji zarokê mirî tê guhê cêrî.

ev çîye!.. cêrî, li kêleka bîrê, di cîhê xwe de, mat dibe. na, ne raste. cêrî, ji xofan, hinekê xwe ji ber bîrê vedkişîne. «mama ma, mama ma...» ma ev ne cin bin? sihrên cin û peryan li van deveran navdarin. ev ne lîstikeke peryan be? ji dûr ve, ew dîsan, bi dîqet, li pêçeka zarok dinhêre û guhê xwe didyê. denge, deng tê... belê, deng tê... ew vedcinqe.

- sinîwre, sinîwre, sinîwre, sinîwre!..

cêrê ji nişkekê ve, bi tirs û qîrîn, direve hundir. cinin, cin hatne. «sinîwre, sinîwre!» caryên din li mitbexê, li ser serê wê dicvin. yek ji wan tasek av tîne û didyê. ew diheje û matbûyî li caryên dora xwe dinhêre. murat beg ko li qata jêrîn razayî bû, bi deng û qîrînê radbe û bi heyecan, pîcema lê, tê mitbexê.

?Ne oldu, ne var? Franceska, ne oldu

ew bi tirkî ji cêryan û cêrya ko diheje dipirse. lê cêrî nikare bipeyve. ew bi tenê, bi tilyan bexçe nîşan dide û dibêje: «pîkulu, pîkulu..»