mem û zîn

Fragmente von Liedern aus dem Epos Mäm ü zin
Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 2 Xulek  1688 Dîtin
kake mem nokerî mîrî řewandiz bû. xatû zîn xuşkî mîrî řewandiz bû. kake mem diłî lê çû; aşq bû le xatû zîn. mîr mem aẍay nexoş kewt; pênc sał tewaw. kake mem aẍay be koł gêřa. le dway em pênc sałe şertî kird ke xuşkî xoy bidatê. pyaw maqûłan cem bûn qibûłyan nekird. aqîbet zîn û mem aşq bûn be yektir. xatû zîn kasey awî da be kake mem, mîr pêy zanî. zistan bû ḧukmî kird: «espêkim bo bênin, kake memî swar ken, we gozey awî pya biken ba bîbestê. derî ken ba biřwa boxoy; deryan kird. bew şewe řoyî benêw befir û serma ta nîzîk beyanî daẍil be şarî koye bû. espekey bełed bû, leber derwazey mîrî řawesta; ḧîlandî. mîr bexeber bû. bangî kirde ẍułaman derwazey bikenewe bizanin ewe kêye? ke çûn derwazeyan kirdewe dayanbezand, hawridyane jûrewe. mîr ke temaşay kird hemû gyanî bestûgye . lêy pirsî gutî: «çî kirduwe bem şewe sarde tûyan derkirduwe?» ’erzî kird: «le birî çakey ke legeł biray tûm kird, eme cezay bû». mîrî koye gutî: «sibeyanê sed swar denêrim xatû zînit be zor bo bênne êre». zor ḧemdî xuday kird.
beyt
cwabê binêrin bo şemzînan
swar bin le esp û zînan
bo şewqî mem û zînan.
 
canan! bikeyn tegbîr û řaye
cwabê binêrin bo zazaye
swar bin lebo em sefaye!
 
diłim dełêy beḧrî wane,
lengeryan tê berdan gemey wane.
 
cwabê binêrin bo bałekan
swar bin le kwêt û hełeşan
le bo sefay kîj çaw řeşan.
 
kwêstan le min daẍan daẍan
sûrguł pişkut le çwarbaẍan.
 
kake zîn û birale zîn û kîje řêḧane!
awrêkim berbotewe le derûnê
ne be baye dekujêtewe ne be baranê
ne be paç û pêmeřan ne be gił pyadanê
ne be şêxesûrî kirîwe, ne be çakeswarî tajyanê
ne be seyd eḧmedî sawanê
ne be tîpî swaranî deştî kawle ḧerîrê
ne be gułinge û qwîtasey karî mûsłê.