întiqam

Li pirtûka:
Aɫekok
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  874 Dîtin
ax çende xoşe le řêy nîştiman
we swałê kewî wek ’êlî barzan
çend xoşe le řêy namûs û şeřef
naz û nî’metit biřwa be telef
ax çende xoşe leser azadî
tûşî xem bibî, le des dey şadî
ax çende xoşe le řêy wetenda
birat bibînî pê le pêwenda
ax çende xoşe le řêy wîcdanda
xwênit biřêjin le řûy meydanda
emma bew şerte le dway řojî řeş
şahîdî meqsûd bigrî le baweş
dujminit tołey lê bikirêtewe
ew darî lêy day lêy bidrêtewe
le cê deryan key be mał û mindał
le xakî ẍurbet des biken be swał
naz û nî’metyan derbênî le des
nehêłî bo ax hełkêşin nefes
xemyan bideytê le wextî cem da
şew binûn le jêr lêfey elem da
laqyan bimasê be pêwendî to
beser wanîş bê, çon û çendî to
xwênyan biřêjî le ser herd û bo
daykyan quřweser des ken be řořo
arî, înqitam leser řûy dinê
nî’met û xoşî hîçî nagenê
her pyawê ḧîssî tołey le dujmin
le diłda nebê kemtire le jin
kurde gyan bîrê bikewe le xot
pêy nawê emin şerḧî bidem bot
bese ba bes bê dîlî û jêrdestî
bese bê beş bûn le jîn û hestî
ḧeyfe bo kurdê necîb û esîl
le des bêganan wa esîr û dîl
gyane ta dujmin serî îşẍałe
nerdeket başe dû şeşt xałe
bawî bêtewe wek towî herzin
biławit deka le sûç û qujbin
xwênit denoşin le cêgay şeřab
goştit bo mezey deken be kebab
wek řojanî zû jin û mindałit
degeł esîrî degrîn bo ḧałit
kurdenamûsî bênewe bîrit
heste bo tołet be xame û şîrit
yan řizgar dekey xot û wetenit
ya xêr le namûs debřî kefenit
mirdin be şeřef xoştir le jyane
ḧîz û siłamet nyazî xwêřyane
merd bin mandû bin le řêy řizgarî
ba bîtekênîn tozî hejarî