lay laye

Li pirtûka:
Aɫekok
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  3102 Dîtin
řołe řûnakî gilêney çawim
bendî cerg û dił hêzî henawim
řîḧaney bon xoş sûre gułekem
aw piřişkênî kułî diłekem
çołemey estom, řegî ḧeyatim
hengiwîn û qendim, nuqił û nebatim
xewî xêrêt bê binwe direnge
ta kełebabî beyan bêdenge
hey laye laye, řołe lay laye
emşew bezet bemin da naye
jîr bewe řołey jîr û cwa nim
le daxî lank degrî dezanim
dełêy bo ḧepsim bo deste bestem
bew bend û ḧepse min ceste xestem
le nêw kurd nebê desraze nî ye
ew bend û qił f û qeřaze çîye
kuřim min bîrim le to zyatre
desraze û lan k bitbê çatre
hey laye laye, řołe lay laye
mat be pêt biłêm le ber çî waye:
řaste to newey şêrî jyanî
netewey pakî gelî kurdanî
bełam çunke kurd ewřo bêkese
beşyan le dinya kot û meḧbese
boye det pêçim ta xûy pê bigrî
nek ta min mawim le benda bimrî
bew çare řeşyet nemawe tînim
her pêm xoş nî ye mergit bibînim
hey laye laye, řołe lay laye
hezar têbînî dwařojim laye
bot bext dekem ’umrî dirêjim
sed tałî û swêrît le ser deçêjim
nemamî bałat be firmêskî çaw
şew û nîwe şew lêy denêm şewaw
sed çak û pîrit bo dexulêmewe
le bin sêberit biḧesêmewe
her geyştî dujminî załim
detbiřê û bezey naye be ḧałim
hey laye laye, řołe lay laye
dek xak be ser xom řencim be baye
peşêw pê t xoşe yexsîr nemênî
ser bestît pê biłêm bikewye şwênî
qełem dest deye û bibe mektebî
wext û bê wext le xwêndin nebî
ew katey legeł kak t dû be dû
biken hawarî heqqî le des çû
des dene des yek be řaw be tegbîr
yektan be qełem, yeku be şimşîr
hey laye laye, řołe lay laye
şîrîş cewherîy le qełem daye
yek name řeş ka le dad û hawar
yek zewî sûr ka le xwênî bedkar
yek le quřnîşê biřwa bo tika
yekê quř beser dujmin da bika
ew peleqajey îsta le kin min
dekey bend ladey le dest û gerdin
ew teqelayet bo dwa řoj başe
cuçk hewłê de, bê řuḧme waşe
hey laye laye řołe lay laye
des le des tewfîq le kin xułaye
řołe nîştiman çawî le řête
daykiman hewyay dwa řojî pête
boye endamit wek mînay bê gerd
xawên řadegirim be sed řenc û derd
çakem deyewe bo weten wek kuř
toş bîgewzênî le naw xwên û xuř
pêt biłêm řołe ser sûdî çîye
bo pirde bazî řêy azadî ye
hey laye laye, řołe lay laye
nîştiman bo to deste û du’aye
řołe namûst wek xizmekanit
nefroşî be pûł destim damanit
şeřef gewhere qîmetî naye
dewît řûřeşî herdû dinyaye
ew kese pyawe bo xa k û awî
řoḧ danê û be çak bimênê nawî
netbîstiwe, watey zanay serzemîn
merdane mirdin nek ḧîzane jîn
hey laye laye, řołe lay laye
bixoyne nezan çî le des naye