dîmukiratman dewê

Li pirtûka:
Aɫekok
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  821 Dîtin
ḧew sałê agirî şeřî dinyaye daysan
dîzey şeřî tya dekułî goştî pîr û cwan
mîlyoneha cewanî teř û taze newnemam
mîlyoneha be ’îlim û huner nabîẍey zeman
leşyan kira be xwardemenî kirim û mar û mor
seryan kira be go û le meydan fiřê diran
sedha hezar şar û dêhat têkdira be bom
pîstir le wez’î memleketî kurdî barzan
bo çî hełaysa? le ber asayşî beşer
řîşey fesad û zułmî bibetłê le řûy cîhan
mîllet biçûk û gewrey heqî xoy wedes kewê
me’mûr û şa le xoy bê çi cayî xet û ziman
kurdîş axo beşer bû keçî her deyankujin
wirde û esîre dê le ’êraq û le kurdisan
wa dyare hî ewane le ber nef’î şexsîye
kê řaste qewlî sabte bêcge le řûsekan
ew leşkirî ke fetiḧ û zefer nawe, řûsîye
beydaxî sûrî das û sitare û çekuç nîşan
ew leşkirî be emrî sitalînî pêşewa
beydaxî fetiḧ û merdî le ser biřlenê çeqan
ew leşkirî ke mistî girê kirdiwe û dełê
załim le kwêye têkî şikênim dem û didan
wa ew bezey be ḧałî meda hatuwe ke bo?
kurd bê kesin le gêtî û bê cên û bê newan
bo çî debê le řîzî beşer kurdî çareřeş
nanî nebê zimanî nebê tam neka jyan
pêwîste qewmî kurdim wekû sayrî beşer
behrey bibê le ḧeqqî jyan bête nêw eman
êmeş ewa le sayeyî ew lutfî bayexî
destiman be destî yek degrîn pak be řûḧ û gyan
ḧîzbêkî saz dekeyn û dîmokřatman dewê
fars çilone kurd deyewê bê wekû ewan
me’mûr le xom bê herçî kutî çake têy degem
xwêndin zimanî xom bê gelêk zûy dekem řewan
ger ḧasiłim le xomî xerc kem çi zû debê
danêm meteb le şar û mekteb le dêyekan
ew qewme pakî fêrî sewad û ’îlim debê
bêgane çîdî pêm nełê kurd weḧşî ye û nezan
ey gewrekanî kurdî mubarek bê komełû
tofîqu bê le layenî xellaqî bê mekan
yařeb bijî be fetiḧ wizefer leşkirî qiził
her çerx û xul be meylî sitalîn bida zeman