I

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 4 Xulek  910 Dîtin

eḧmed xan lebzêřîn cêgay qełay dimdimî bû; le zemanî şah ’ebasîda bû. le dêyek le dêhatîwirmêCih saḧbî ’êl bû. yaẍî bû le şah ’ebasî. qełayekî dirus kird. le paşan şah ’ebas le îsfehanê leşkirî nard bo ser xan eḧmed xanî; şeřêkyan kird. xan eḧmed xan şika. çû bo estembûłCihê; çuwe kin xunkarî. şeřêk bû legeł ’irûsî. xan eḧmed xan lew şeřeyda serî serkirdey ’irûsî biřî. wedestyan peřan lew şeřeyda. xunkar xełatî kird, destî zêřî tê girt, nardye wełatî xoy, kirdye ḧakmî wełatî xoy. ke hatewe wełatî, ’êlatî wêy lê xiřbûnewe. dîsan yaẍî bû; destî kird beqełat diruskirdinê; şarêkî bîna na. xerîk betałanî dewrey xo bû, fe’leyan degirt řojê bepênc qiřanan; neydêşt fe’lekan biçne derê. şah ’ebas le îsfehanCihê bergî derwêşîyey leberkird; gutî: «bizanim ewe çi eḧmedxanêke yaẍî buwe». be kurdistanêda hat; ta hate lacanê. şewê mîwanî derwêşêkî bû. be derwêşî gut: xanexwê! şuẍiłit çîye?» gutî: «şuẍiłim kew girtine»; gutî: «sê řoje hîçim negirtuwe». şah ’ebas gutî: «emşoke biço bebextî şah ’ebasî». derwêş gutî: «şah ’ebasêkî le îsfehanê, emnêkî lêre çilon be bextî wî biçim?» gutî: «qeydî nîye, biço». derwêş řoy; ewê şewê pênc kewî girt. hatewe gutî: «xizim! bexułat swênd dedem, etû xełqî kwêy? bextî tû zor le zyadyedaye. emşo bebextî tû pênc kewm girtuwe. etu şah ’ebas nî?» gutî: «derwêş çit lê bişêrmewe, emin şah ’ebasim. deçme qełay dimdimî». gutî: «derwêş! zorit çake degeł dekem, etû eger emin bişêryewe». derwêş gutî: (çak). şewê hatne ser derwêşî; gutyan «fe’let sibḧeynê bê bo qełaye». şah ’ebas gutî: «derwêş emin binêre lecyatî xot». derwêş gutî: «çake». sibḧeynê şah ’ebas řoy bo qełatê, destî kird be karkirdinê. xan eḧmed xan hate ser fe’lan; temaşay kird: pyawêkî cwançak lenêw fe’landaye; beserkarî fe’lanî gut: «êwarê bîhêne kine xom; boxom ḧeqî dedemê». êwarê şah ’ebas bedzî řoy. sibḧeynê hatewe. dîsan xan çawî pê kewt, nasîyewe; gutî: «êwarê ew fe’ley bênne kine xom». dîsan êwarê şah ’ebas xoy dizyewe. sibḧeynê nehatewe karê. xan eḧmed xan hateder; fe’lekey nedî. pirsî: «çî lê hat?» ’erzyan kird: «emřo nehatotewe». xan tirsa. pyawî le derwazan dana: herkesê biçêteder le qełaye bîgirin. şah ’ebas çuwe małekî mîwan bû; zor pařawe; gutî «aşkiram meken, emin şah ’ebasim; zorim çake botan debê». ewê şewê lewê bû. sibḧeynê hełsita; nałî kewşî awejû lê da, bo xatir ewku kêşkiçî bizanin le derê hatote jûrê; kes le jûrê neçoteder. bedzî sibḧeynê wederkewt. kêşkiçîyan temaşayan kird, kes le qełaye neçoteder; beła yekêk hatote jûr; wedûy nekewtin. şah ’ebas řoyewe îsfehanê, leşkirî xiřkirdewe nardî bo ser xanê. şeřyan kird. leşkirî xanî şika çû de qełayewe; qełabendî bûn. qasîdêkî nard bo estembûłê; nûsî bo xunkarî «komekim bo binêre». xunkar cwabî nûsîyewe: «mangêkî dî leşkirî degatê». qasd geřawe; hatewe. heta geyştewe qełaye, mandûbû lewê xewî lê kewt; leşkirî şah ’ebasî hatne serî. kaẍezekeyan le baẍełî derhêna; xwêndyanewe. nûsrabû: mangêkî dî leşkirit bo denêrim kaẍezekeyan gořî lecyatî mangêkî kirdyane ḧewt sał. qasd sibḧeynê hełsita. derkyan lê kirdewe çuwekin xanî, kaẍezî da be xanî. nûsrabû: ḧewt sałî dî leşkirit bo denêrim. xan gutî «ta ḧewt sałî dî emin lêre le birsan demirim; mesłeḧete wederkewm bo şeřê». derkî qełayey kirdewe, be leşkirewe derkewt. leşkirî şah ’ebasî pêyan zanî, hatne pêşê, destyan kird be şeřê. le şeřêy da xan eḧmed xan geyşit be serkirdey şah ’ebasî kuştî. yekêkî dî le serkirdan geyşte xanî, şîrêkî le destî da destî peřan, axrî xanyan kuşt. leşkirî xanyan şikan hemûyan qetłu’am kirdin. jin û minałyan be yexsîr birdin. qełayan wêran kird. leşkir geřawe bo îsfehanê.