bizin û meymûneke

Li pirtûka:
Hemîşe Behar
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 8 Xulek  635 Dîtin

dana û nerîman, neşmîl û xeraman gemeyan ekird le baxçey minałan. destyan kird be bazdan û qelemirdarê. lepaşa xeraman witî: birya topêkî fitboł ebû nextê fitbołîşman ekird. nerîman witî: ay, topekey zana ewete le bin darbeneke, êste eçim eyhênim têr fitbołî pê ekeyn û lepaşa eybeynewe şwênekey xoy.

xeramanîş witî: gewce! meyhêne zana lêre nîye, şitêk ke xawenekey be layewe nebû pyaw tuxnî kewê gunaḧe. nerîmanîş witî: gewce, qey naka, zanayş her xomane, deng naka.

hesta çû topekey hêna û destyan kird be fitbołkirdin, nextêkyan yarî kird û kutupiř zana peyda buwewe. ke temaşay kird wa be topekey ew yarî eken witî: eger topeke hîy êwe bwaye lêre nebûnaye min nem’ehêna. nerîman terîq buwewe û witî: be xwa zana gyan xetay xeraman bû.

xeraman kiçêkî jîr û qisequt bû, be pêkenînewe witî: nerîman! gyanekem etewê deste çewrekey xot be ser mina bisûyt?

***

xałe menûçer çawêrîy herêz û darî baxçekey ekird, řîşêkî sipîy nûranîy pêwe bû, bêłekey be destewe bû, le dewruberî ewana xerîk bû golî bo gułebeřoje dirust ekird, çawî le yarî û gwêy le hemû qisekanyan bû, řûy kirde fiłamerzî kuřî, be zerdexeneyekewe pêy wit: fiłamerz, hemû car basî bizin û meymûnekem bo egêřaytewe, ewa êsta be çawî xot le nerîman û xeramana çawit pê kewt.

neşmîl le nizîkî xało menûçerewe bû, gwêy le qisekey bû. zor ḧezî le qisey xoş ekird, heřay kird bo lay û witî: tuxwa xało menûçer gyan basî bizin û meymûneke çîye? xało menûçer witî: biřo be řêy xotewe kiçim, biřo!

lem pařan û lałanewey neşmîl û tûřebûney xało menûçere, dana û ewanîş hatin be layanewe, ke nawî bizin û meymûnyan bîst hemû wirûkane xało menûçer ke boyan bigêřêtewe!.

xało menûçer kîse tûtnekey le małewe be cê hêştibû, demê bû sebîlî nekêşabû, xoy le xoya agirî ekirdewe, emanîş ewendey tir serşêtyan kirdibû. witî: temaşa ke em bełaye! min wa leber bê sebîlî wexte çawim derêt emaneş ewendey tir lêm bûn be miłozim.

xêra minałekan wityan: xało menûçer, her êste tûtin û sebîlit bo dênîn, to her qisekeman bo bigêřewe, çît ewê etdeynê.

dana çuwe małewe be daykî wit: daye! xało menûçer şew û řoj ew baxeman bo çak eka, êste tûtnî nemawe, hendê tûtnim bo bikere kîseyekewe ba boy berim, daykîşî witî: çake řołe gyan xałe menûçer heqî beser hemûmanewe heye, ha boy bere. berd û estêyekî konîşyan hebû legeł tozê pûşû, ewîşî bo tê xist. xêra lewlawe neşmîlîş çû leber pelepelî destî be hîç negeyşit sebîle konêkî bawkî hebû, newîy le sebîleke û boy hêna.

xałe menûçer ke çawî be kîse û sebîl û tûtin kewt wekû guł geşayewe û le bin dar weneteqekeda danîşt be pelepřûzê sebîlêkî tê kird û daygîran û mijî lê da, dûkeł berz buwewe. minałekanîş wa dewreyan dawe çaweřêy ewe eken xałe menûçer tozê demaxî çax bibêt û qisey bizin û meymûnekeyan bo bigêřêtewe.

xałe menûçer sebîlêk û dû sebîlî tê kird û tozê henasey pya hatewe, lepaşa witî: hestin biřon, boç dewretan lê dawim? emanîş hemûyan çûn û destyan kirde milî û řîşe cwanekeyan maç ekird ke qisekeyan bo bigêřêtewe. xałe menûçer diłî nerim bû. witî: danîşin, biłêm çî, bełam carêkî tir hîçtan îtir bo nagêřmewe, êwe bêḧeyan. wityan başe xałe menûçer gyan to ememan bo bigêřewe îtir hîçî tirman le to nawê. xałe menûçer sebîlêkî tirî tê kird û witî:

mîrî botanCih nexoşîyekî tûş bûbû herçî duxtor û pyawmaqûłî wiłat bû ko bûnewe neyanzanî em nexoşîye çîye û çon çar ekirêt. lew dewre ’eloy bayz hebû pyawêkî konesał û dinyadîde bû, gelê şitî be ser hatbû, destî pizîşkîşî hebû, nawbangî le hemû dinyada derkirdibû. mîr nardî hênayan û pirsî pê kird. ’elo nextê temaşay ser û çaw û zimanî mîrî kird û lepaşa witî: paşam selamet bê, derdêkî wa nîye. min wa tê egem ke mîr lenaw sikewe le tenîşt řîxołe kwêreyewe birînêkî derkirduwe, ke ew birîne dergay bû mîr hîç elemî têda namênê.

ew wexte wekû êsta em ḧemelyat û duxtor û muxtore nebû, eger yekê şitêkî tûş bibuwaye be dawdermanî kurdî çak ekirayewe.

’elo witî dermanî ew birîney mîr pêkenîne. ebê ewende pê bikenê heta leber pêkenîn dergay birînekey ebê. ey dyare emeş herwa be xořayî nakirê.

***

gyan xoşewîste, ’eloyş qisekey nextê eçuwe diłewe, mayewe ser ewe aya eme, çi karesatêk bêt ke mîr ewende bihênête pêkenîn ta ew birîney dergay ebê? řoj be řoj her lawaztir û bê pişûtir ebû, çarî nema hesta bine û bargey pêçayewe û kewte geřan be qełemřewî wiłatekey xoya.

geřa, geřa ta řêy kewte şarî hewlêrCih. řojêk xoy be tenha hesta û çuwe bazařewe, kes ney’enasî. geyşte ber dukanî mastifroşêk. temaşay kird kabray mastifroş leser dezgay xoy danîştuwe û meymûnêkî cwankelane lewlayewe ciniçkey kirduwe û bizebzî çawekanî dêt. biznêkîş lewlayewe be řîşêkî zilewe westawe her serî eşekênêtewe û řîşekey teketekî dêt. kutupiř kabray mastifroş hesta çû bo mizgewt û be meymûnekey wit agat le dukaneke bêt. meymûnîş serî bo danewand û fiřkey kird çû le şwênekey danîşt.

mîr em dîmeney zor be lawe seyr bû, beranber be dukaneke řawesta û destî kird be seyrkirdin. temaşay kird her ke kabray mastifroş piştî hełkird meymûneke hesta û çuwe ser merkaneye mast, heta le lûtî hatewe têr û piř mastî xward û meřkane mastî kiz kird. ew beyne serxoşî mast xwardin bûbû, ke têrî xward temaşay kird merkane mast şitêkî way têda nemawe. le tirsî xawenekey zeneqî çû.

tozê dama û mîrîş her seyrî eka. temaşa eka wa meymûneke niqenq baweşî kird be meřkanekeda, herçende eka boy nabziwê, mîrîş nazanê ke eme, mebestî meymûneke çîye? her ewendey zanî ke temaşay kird wa meymûn meřkane mastî pê hełnagîrê be pele çû gurîsêk lewlawe hebû, gurîsekey hêna serêkî best be nawqedî meřkanekewe û serekey tirîşî best be nawqedî xoyewe. be her ciřecřêk bû řaykêşa ta geyandye berdemî bizneke. lewê gurîsekey le xoy û meřkaneke kirdewe û tozê mastî hełgirt kirdî be dem biznekewe, lepaşa serî biznekey xiste meřkanekewe. biznim bizin bû, hemû seruřîşî xoy pilkane mastewe. eme gwaye be naxêrî gyanî mast exwa.

meymûnekeş ke îşî xoy tewaw kird heřay kirdewe ser cêgey xawenekey, destêkî hêna be demulêw û ser û potełakî xoya, sa eger mastê, şitêkî pêwe bwaye hemûy pak kirdewe û qît û qinc bo xoy lêy danîştewe.

zorî pê neçû xawenekey nwêjekey kird û hatewe - ewa mîr çawî lêye - ke temaşay kird meřkane mast nemawe. çawî peřîye tewqeserî. řûy kirde meymûneke û witî: kwa masteke?

meymûnîş xêra destî řakêşa bo bizneke û xoy geyande serî, destî bird seruřîşî biznekey girt- ke hemû le masta hełjenrabû- têy geyand ke hemû em xwardûyetî, ewe nîye hemûy pilkawe be serugwêlakyewe.

be xwa kabray mastifroş ke emey çaw pê kewt darêkî hełgirt hate wêzey pîre bizin, kam lat yêşê. ewendey lê da heta henasey le ber biřa. ewa meymûnîş lewlawe bo xoy ciniçkey kirduwe û bizebzî çawî dêt.

ke mîr em karesatey çaw pê kewt ewende pêkenî heta birînekey dergay bû û le nexoşîyekey řizgarî bû.

***

xało menûçer nefesêkî tirî dayewe le sebîlekey û witî: řołekanim!. eme bû bezmî bizin û meymûneke, yarîyekey xeraman û nerîmanîş lemey ekird. de hestin biřon îtir le kołim bibnewe.

minałekan ewende pêkenîn hêzyan tya nema. lepaşa xeraman witî: nerîman çawit lêye xałe menûçer çîy bo gêřaynewe?! toyş etwîst ew bezme bigêřî, lat wa bû kes pêy nazanê. keçî ewa zû derkewt.