řêwîyekey qemçoẍe

Li pirtûka:
Hemîşe Behar
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 10 Xulek  706 Dîtin

pişko, pûşû û heło legeł xanzad, perîzad û sewłê, sê kuř û kiçî cwankîley xincîlane bûn, etut bêçuwe firîşten û le asman kewtûnete xwarewe. gewrekeyan ḧew sałan bû, wekû tîtîle û bîbîle ehatin be yeka û wekû beçkemasî bemla û bewlay yeka řayan ekird.

pûşû xoy kirdibû be sermełayan, her geme û gałteyekyan ekird, serekey bo da’emezrandin, ewanî pêwe xerîk ekird û eydan be gij yeka û xoyşî lewlawe pêyan pê ekenî, ta wayan lê ehat leber mandiwêtî her yeke lewlawe lêy ekewtin û emîş lemlawe be tîtałîyewe twancî tê egirtin.

nene pîroz afretêkî pîr bû, piştî komabuwewe, way lê hatbû le çenageyewe tełe tełe řîşî derkirdibû, legeł pope sipîye cwanekeya têkław ebû, bake, ke eyşekandewe etut gêz û gułenge û taqmanecût ekat. şîrî be nenkî em minałane hemû dabû, le hełpeřkêy zemawendî bapîryana gelê kase û kewçkî şitbû, be demyewe serçopîyekeşî heł’esûřand. leber geřokî tenha gwê agirdanî małî xoyanî nedîbû, egîna hemû şwênêkî tirî çaw pê kewtibû.

ca em nene pîroze lenaw em minałaneda perîzadî le hemûyan zyatir xoş ewîst, çunke hemû car eçû qawtî le daykî esend û boy ehêna. nene pîroz boye qawtî le hemû şit xoştir ewîst, çunke danî nemabû, qawteke gelê teskînîy edaye, êcgar ke eymiłkand, perîzad piłte piłtekey zor pê xoşbû.

nene pîroz ke temaşay kird pûşû be yarîkirdin, geme be minałekan eka û şeketyan ekat, leber ewe ke perîzadîşyan tya bû witî: pûşû eyeřo! řołe to wekû řêwîyekey qemçoẍet lê hatuwe, be lay xotewe geme legeł minałekan ekeyt, keçî etewê byanpiřûkênêt!.

pûşû herçend ney’ezanî řêwîy qemçoẍe çi basêkî heye, bełam leber ewe ke nene pîrozî twancî tê girtibû, gelê diłgîr bû, diłî piř bû, destî kird be giryan. nene pîrozî serî naye singî xoyewe û emla û ewlay maç kird û witî: kuřî şîrînim megrî ewe gałtem legeł kirdît, boye wam pê witît bo ewe her le êstawe biçête diłtewe ke ’însan her îşêkî kird, ebê bebê fiřufêł destî bidatê, egîna le paşecara tê eşkê û çarî pê nakirê.

fiřufêł herçende ta beynêk pyaw pêy ser’ekewê, bełam le axra tiřo ebêt û xoy pê nagîrêtewe. agat lê bû to leber ewe ke le yarîkirdineketa legeł minałekana be gizî ehatîte pêşewe û lew beyneda pêyan pê ekenîyt, keçî lepaşa pêkenîneket bû be giryan û diłit teng bû.

pûşû be diłnewayî û amojgarîyekanî nene pîrozî jîr buwewe û le diłîşa terîq buwewe. le paşa witî: nene pîroz gyan, řêwîy qemçoẍe çîy kirduwe wa buwe be meteł? nene pîrozîşî witî: kuřî şîrînim şitêkî wa nîye, ewe her ḧezim kird toy pê jîr kemewe.

perîzadîş lewlawe witî: nene gyan le dewrit geřêm, tuxwa eger bomanî negêřîtewe, ewa eçim êste lelay daykim nextêkî tir qawtit bo dênim. nene pîroz ke gwêy le qawit bû. witî başe řołe şîrînekanim, şewê botan egêřmewe, desa biço qawtekem bo bêne.

perîzad xêra çû lelay daykî qawtî hêna bo nene pîrozî û çaweřêy şewyan ekird, ke şew dahat hemûyan dewreyan lê da û pêyan wit nene gyan de boman bigêřewe. nene pîroz têr qawtî xwardibû, be zimanî, dem û lêwî pak kirdewe û tifêkî qût da û witî:

qemçoẍeCih gundêke lew wiłatî ałane, şwênekey şax û kejawîye. ḧemey barame řûte hebû lewê řawçî bû, tełeřêwîyekî hebû, eçû le binarî řezekan eynayewe, řêwîyekî pêwe ebû, be baqe baq eyhênayewe û le lûtewe serî ebřî, goştekeyan le małewe ekird be sawer be goşt, pêstekeşî heł’ewasî heta zor ebû, lepaşa eyhêna bo şar eyfiroşt û be parekey cilubergî ekřî bo minałekanî. ewa çwar pêsteřêwîy pêkewe nawe, çaweřêy ewe eka bełkû pêsteyekî keşî çing kewê, ew wexte bîba bo şar, hemû êwareyek eçêt le dûrî awayî tełeke enêtewe, ke beyanî eçête serî temaşa eka tełe teqîwe û keçî hîçîşî pêwe nebuwe!. beme zor zîz bû witî taze îtir řizqim leser zewî nemawe!.

***

eme lêre em xemey tûş bû, keçî beyanîyek atey jinî hesta û çuwe ser kulîneke hêlkeyek bênê, bo mařkey małe dirawsêyekyan, temaşa eka yekê le mirîşkekanyan dyar nîye. hatewe be ḧemey wit. ḧemeş hîç, çîy pê ekirê. şewî dwayîş temaşa eken mirîşkêkî tiryan nemawe.

bem core qełaço kewte naw mirîşkekanyanewe, taqyan bo nema û naşzanin çîyan be ser dêt. ne qułaxêkyan dest ekewêtewe, ne peřêkyan berçaw ekewê. lem îşe her wa seryan siř mawe.

beyanîyekî tir seyr eken wa le małe dirawsêkeyanewe hera hesta ke mirîşkêkyan nemawe. şewêk û dû şew, mirîşkekanî ewanîş hemû seryan tya çû, wirde wirde temaşa eken her şewe le małêkewe deng berz ebêtewe ke mirîşkyan nemawe.

hemû xełkî em awayîye lem îşe seryan siř mawe û nazanin mirîşkekanyan çîyan be ser dêt. wa maweyekî zorîşe tełeřêwîyeke her eteqê, çeşekey exurêt û hîçîşî pêwe nabêt.

xełkeke le beynî xoyana qiseyan kird be yek ke têkřa ew şewe hemû her yeke lelayekewe dest biken be îşkigirtin bełkû em metełeyan bo hełbêt. paş nwêjî xewtinan, her kese destî geyande tifengî xoy û destî kird be sûřanewe, her kese dû çawî hebû lêy bû be çwar çaw.

dû beşî şew řoyştibû, neřoyştibû. ḧeme temaşay kird wa řêwîyek le řêwîye mirduwekan - ke le jûrekeda hełîwasîbûn- lûs û barîk qaçî xoy le peteke derhêna û qîteqît destî kird be řoyştin. ḧeme her be carî waqî wiř ma, witî eme çîye? eme telîsme? caduwe, çîye? beynêk leber bełacewyetî le şwênekey xoya her wişk bû, beyne û dwa seyrî kird wa řêwî xerîke dûr ekewêtewe. witî: xo ewe xerîke le destim der’eçêt. ba şwênî kewm bizanim çî ekat?

be naçarî kewte şwênî, seyrî kird, wa mam řêwî lewpeřî awayîyewe xoy kird be małêka, lewê çuwe kulanekewe, be dizîyewe qepî kird be milî mirîşkêkda be corêkî wa ke hîç dengî derneçêt. hênaye derewe û le awayî derçû. ḧemeş her kewte şwênî, temaşa eka çuwe ser coge aweke, cwan û puxt mirîşkekey xward û peřekanî da be dem awekewe, lewêşewe çû bo lay tełeke ta geyşte serî, piştî tê kird û kilkî bo dirêj kird, beḧał be serî kilkî tełekey teqand bê ewe pêwe bibêt. çeşekey xward û řûbeřûy awayî buwewe.

le qerax dêke ciniçkeyekî da, zimanî derhêna hemû qepoz û lêwî xoy siřîyewe, lepaşa çuwewe bo awayî ta geyştewe ber mał. ḧeme seyrî kird le qapî çuwe jûrewe, bebê xişe û be hêwaşî çuwe ew şwêne ke řêwîyekanî lê hełwasrabû. çiřnûkî herdû destî gîr kird le serugwêlakî řêwîye mirduwekan û qaçî berizkirdewe ta geyandyewe be peteke, herdû qaçî kird be ełqey petekeda, tekanêkî da, peteke le qaçî tund bû, xoy le beynî çwar řêwîye mirduwekanî tira awêzan kird, be corêkî weha, ha êste mirduwe, ha sałî řaburdû.

ke ḧeme emey dî witî hey daykim bequrbanit bê mam řêwî! eme dyare em ketnane to gêřawte!. şerit bê ebê heqî berudwat lê bikemewe, xo to weremit be min û bem awayîye kird û herçêkman be destewe bû, hemût le dest sendîn, bom řaweste ta beyanî.

ḧeme ew şewe le xoşîyana xewî lê nekewt, her çaweřêy beyan bû. ke hetaw giznigî da, çû derudrawsêy hemû ko kirdewe û witî werin, ewî boy egeřayn destiman kewt. emane hemû penî mam řêwî buwe dawyetî, ay mam řêwîy fêłbaz, her bot bimênim ta tozêkî tir.

derudrawsê wekû mujdey beheştyan pê dabin, awa bûn, hemû têkřa hurujmyan hêna bo małî ḧemey baram, wityan be qurbane ḧeme! kwa mam řêwîy qumarbaz ta be tołey xoy bigeyenîn? ewîş witî werin. têkřa çûne ser řêwîye mirduwe hełwasrawekan, witî emeye. wityan kuře ḧeme!. em řêwîyane mirdûn, to şêt bûyt, qisey çî ekeyt?

ḧeme witî řawestin!

çuwe pêşewe seyrêkî řêwîyekanî kird û tund destî bird qaçî yekêkyanî girt, ’alemeke ewendeyan zanî řêwî baqebaqî pê kewt û hełbiłoqîyewe!. xełkeke be carî waqyan wiř ma û dabaran beser mam řêwîda.

înca petekeyan le qaçî kirdewe û petêkî tiryan best be milyewe. mam řêwî be baqebaq bizey çawî dêt û be corê seyrî ’alemeke eka ke çawekanî şayetî gunaḧbarîy lêwe eden. ca were mam řêwî řizgarit bêt le dest em hemû dax ledłane ke her şewe sîxêkit kirduwe be cergî yekêkyana.

***

kewtine řawêjî ewe ke be çi sizayek bîkujin. yekêk witî be dar şilukutî keyn. yekêkî tir witî ne’, serî bitaşîn û demuçawî řeng keyn û berełay keyn ba betewawî şermezarî naw řêwîyekan bibê. le axrîda ḧemey baram witî: lê geřên êste min tołey hemûtanî lê ekemewe. pyaw dujminî xoy be destî xoy bikujê başe.

hênay çwarmêxey kêşawe û witî: ey mam řêwîy qumarbazî wa wa lêkiraw. axir to net’ezanî fiřufêłkirdin naçête ser û peşîmanîy le dwaye? ebê lebatî her taqe mirîşkêk ke xwardûte, cîqêkit pê bikem, ta gyanit le kunelûttewe der’eçêt.

destî naye bînaqaqay û tasandî. mam řêwî hêzî edaye xoy bo ewe henase bidat, lew wexteda ḧeme tozê destî şil ekirdewe, mam řêwî eyut cîq. ta çend mirîşkî xwardibû ewendeyan cîq pê kird û lepaşa gyanî le kunelûtyewe hate derewe. ḧeme pêstekey kend û emcare beřastî lenaw pêsteřêwîyekanda hełîwasî. bew core mam řêwî be tołey xoy geyşit.

***

mam řêwî gelê car be şêneyî mirîşkî exward û tełekey eteqand, bełam leber ewe ke hemûy be fiřufêł û le řêgeyekî çewtewe bû, le axra bew core tê şika û çarî pê nekira.

lepaşa nene pîroz witî: řołe şîrînekanim eme bû serguzeştî řêwîyekey qemçoẍe.

perîzad řûy kirde pûşu witî: pûşû gyan! çawit lê bû îşêk ke be qumarbazî û bo çawbestî xełk bikirêt - ba le ẍeyrî ademîzadîşa bêt- çon ta ser nabêt û axrî her tyaya tiřobûn nebê, hîçî tir bo pyaw namênêtewe.

ewa îtir min biřyarim da ta mawim le dinyada be saẍî û diłpakî nebê dest nebem bo hîç îşêk. pûşûyş witî: perîzad gyan ewa minîş ew biřyarem da. hemû minałekan têkřa bûn be hawpeyman ke ta le dinyada mawin qet fiřufêł le hîç îşêkda nexene kar.