şayîyekey řeşey xecelaw
hemû fesłê fesłî xwaye. ew sałe ke řeşey xecelaw şayîyekey daykî ḧemey cwanemergî kird her lem fesłeda bû. le dêyekey xoman le serbanekey małî «pûramîne»m cilêkyan řaxsitibû, hetaw xoş bû, min û «xile»y xuşkezam û «nece»y serkar taze lenaw şayîyeke hatbûynewe, hîlak bûyn, herwa danîştibûyn. demeteqêman ekird, kuřukałîş lewberewe le ber małî sofî řemezana wa destyan girtuwe û heł’epeřn.
kutupiř le kilkey awayîyekewe sê swar kirdyan benaw dêda. xełkeke sergermî şayîyeke bûn, swarekan řuwew lay ême hatin. ke seyrim kird wa «.... aẍaye» û dû xizmetkarî be şwêneweye. êmeş řapeřîyn, xile, xêra pelamarî wiłaxekanî da û ciłewekanî le dest girtin û minîş çûm be pîryanewe û bangim kird le pûramînem mafûrêk bênête serban û neceşim nard bo naw şayîyeke, ke pêyan biłê wa aẍa teşrîfî hênawe. aẍe xêra hełîdaye witî: be serî babim naçêt, lê geřê ba şayîyekeyan lê têk neçê. min emewê ewan hemû demê le keyf û ahengida bin. ew wexte ke «xanim»m da be řeşe, «xecelaw» sed lîrey hênabû- be pêkenînewe witî: dewît babe zor kemîşî hênabû- bełam witim qeydî nîye min wekû bawkyanim. çi małî bûke, çi małî zawa, herdû layan le awayîy xomdan. bîstim ke îmřo şayîyane, witim ba biçim bo layan, diłyan pê xoş ebê.
êsteş xom ḧezim kird lenakaw bême awayîyekewe, boye le bargeke pêş kewtim, wa le dwawe ḧemey çayçîm bargekey pêye, êste egate cê. her lem serbane zor xoşe, qałî û şite řa’exen, ḧeme ça lê enê, ba kuřekanîş têr hełpeřn, ew wexte bênewe danîşin çayekey em nîweřoyeyan lêre bixonewe. ba to nełêyt aẍe miskênekanî xoy xoş nawê. be serî babim çwarde gundim heye- lam waye zelamekanî hemû lem şayîyeda ko bûnetewe- her yeke le danîştûy ew gundanem be kuřêkî cigergoşey xomî ezanim.
ême lem qisaneda bûyn, seyrim kird wa bine û barge derkewt, qetarçîyek û ḧemey çayçî şeş êstiryan dawete pêş û hatin.
ke geyştine cê xêra bargeyan kirdewe, çwar êstiryan beře û qałî û dûşyan şitumekî ça û şekir û ça bû, serbanekeyan piř ferş kird û semawere heşt terxanekeyan tê xist, çwar qoryey ’ecem- her yeke çay penca kesî eda-, meqełîyekî gewreyan xełûz geşanewe û be řîze le dewrey meqełîyeke dayannan.
lem hera û huryaye xełkeke zanîyan wa aẍe hatuwe, şayîyekeyan têk da û her yeke be layekda le tirsana. hendê le dem sipîyekanîş hatin bo pêşwazîy aẍa.
ke aẍe zanî wa xełkeke şayîyekeyan betał kird xêra «girde»y xizmetkarî nard pêyan biłê be serî babim qayl nabim şayîyeke betał ken. min hatûm bo xoşîy ewan, nehatûm bo naxoşî, dest bigirnewe êste xoyşim dêm bo nawyan.
girde çû pêy witin, xełkeke şayîyan bû be dû şayî, çunke ta êste qet be xoyanewe nedîbû ke aẍe qiseyan legeł bika, newek wa bem core legełyan mîhreban bê. dîsan ko bûnewe û destyan kirdewe be hełpeřkê.
înca aẍe pêy witim heste ba biçîn bo nawyan. bełê qurban. her wa le diłî xoma lêkî edemewe, ya řebî eme çî bê? bibê û nebê derûyekî bexêrman lê kirawetewe. egîne ta êsta aẍe qisey xoşî cinêw û cerîmekirdin buwe.
her wa le řêgada destî girtibûm û pêkewe eřoyştîn, wirde wirde qisey bo ekirdim.
to xot eyzanî ke min çende bo em miskênanem başim û çende ḧez be serberzî û xoşguzeranîyan ekem. herçende çawim be meř û małat û berecûtyan ekewê bist bist geşkey pê ekem. her em diłpakîyey mine wa ewanîş em xêr û bêr û diłxoşîyeyan heye. xwante’ala fermûyetî: heta gewre legeł giçkeda çak bê û diłî saf bêt legełyan, min bo herdûlayan çak ebim.
ḧeram bê ew way ewt, ew miskêne besezmanane sał dwanze mangey xwa şan û qołyan ekuta leber zor û sitem û cerîme hîçyan bo ne’emayewe. ew şayîyeş ke kirdibûyan wełła her leber bê’arî bû.
çûyn. kuřukał ke seyryan kird wa aẍa çû bo nawyan îtir le xoşîyana sêpêyî û fetaḧ paşa dayangirt. êmeş leser serenwîłkeke legeł aẍada destiman kird be seyrkirdinyan. aẍe car car řûy ekirde «şakil»- serçopîyekey be destewe bû- eyut: ha, şake! lam waye hełpeřkêt le bîr çuwetewe, çak germî nakeyt. şakem, şake bû, ke gwêy lem gifit «û» lifte ebû ewendey tir şêt ebû. quřbesere xoy piřûkan.
sê çwar dewrêk westayn, le paşa aẍe řûy tê kirdin řołe biçin wiçanê bigirin, wa le serban çayan lê nawe, çayek bixonewe, destyan ber da, têkřa çûn bo serbanekey małî pûramînem.
ḧeşametêkî zor bû, cêgeke teng bû. xêra aẍe bangî kirde girdey pyawî: kuře hetîw le banekey tenîştyanewe řayexyan bo řaxen ba leser ’erz danenîşin. xo, minałgelîş leber qise û řûxoşîy aẍa îmanyan la nemawe. êmeş çûyn lelay serewe têkławyan bûyn û danîştîn.
înca aẍe bangî kirde ḧemey pyawî: kuře çayan bo tê ke û cigerekeşyan pya bigêřn ba tozê biḧesênewe! baqe cigereyan le bargeke derhêna û xistyane gořê. desa xile û bile lebatîy sebîle laşkawekey xotan cigerey bondarî şawir bikêşin.
dîwaxan germ bû, înca aẍe yeke yeke řûy kirde xełkeke û destî kird be qise legełkirdinyan: sofî řemezan minałekan çonin? îmsał şukir baş bû xermanî «deşteşîn» genmêkî başî lê dest kewt. «xałebas» nazanim boç wa meřekanit- legeł eweşa ke min mêrgekey deştepanim bo qedeẍe kirdûn- her le kurtî eden?
be yek deng: aẍa serî to selamet bê ewane hîç nîn, ême her xwa toman bo payedar ka, meř û cût û hemû şitê her bo qezawegêřîy toye.
aẍe: mecol řołe! nazanim miskênekan hemûyan hatûn yan ne?
mecoł: bełê qurban, le sayey serî aẍawe. řeşe, îmsał baş bû be xoya řabînî em şayîye bika û zelamî her çwarde gundekey aẍa bang ka.
aẍe: xotan eyzanin ke min çawim le małî êwewe nîye. hemû demê ḧez ekem le hemû şitêka le pêş xomewe bin. tenanet fîkirim waye îmsał ke çûmewe beẍdaCih, çend mekîneyek bikiřim, ew wexte hemû gundekan be tewawî ekewne řeḧetîyewe. emeş her mebestim êweye, ba ewende le ’ezyeta nebin.
dîsan fîkirim waye ke çûmewe «mecils» basî ew zewîyane bikemewe ke ta êsta be dest berey «homere kwêr»ewe bûn, ke ewanem çing kewtewe êwe çîy tirtan zewîwzar bwê, etandemê. min le dinyada emewê be hemû cor xełkî lêm řazî bin, nexwazełła êwe ke miskênî xomin wekû kuřim wane. be serî êwe em çend sałe ke min «na’ib» bûm lew meclîseda herçî îş û erkî em kurdane buwe hemûy beser şanî minewe buwe, carêk nemdî na’bêkî ke leser şitêk we cwab bêt, bo tûtin bwaye, bo zewîwzar bwaye, bo metkeb û řêgewban bwaye, her min bûm û her min. ke le meclisîş ehatme derewe îtir ewe her be şwên řayîkirdinî îşî ew ’alemewe bûm bo lay em û bo lay ew, tika bo em û pařanewe bo ew. bełam ewete mîlletekey ême qîmetî pyaw nazanin. min le her şwênêk bûmaye leser dest hełyan’egirtim. legeł eweş min çawim lewe nîye, heta nefesim têda bê xizmetî xom her ekem.
êsteş herçende hewecey ewey nîye bełam gewre le hemû demêka ebê amojgarîy giçkey xoy bika û çawî lêyanewe bê û çîyan bo qazance pêyan biłê.
wa îmsał dîsan hełbijardinewey «na’ib» hatotewe gořê. min eger pêtan nełêm xyanettan legeł ekem. ke wa bû her ke me’mûrî ḧukmet hat bo nawtan her min hełbijêrin, çunke her minim ke be kełkî êwe û ẍeyrî êweş bêm. na’bekanî tir xo naşukirî nebê hîçyan wirteyek le demyanewe dernaye, lêm taqîqe ke min lew «mecils»eda nebim hemû wiłatekeman efewtê û lenaw eçê.
ke emey wit hemû xełkeke be carê destyan kird be do’a û pařanewe boy û «xwa le êmet nesênê». ême ewe ezanîn ke gewreyekî tir wekû cenabit be merḧemet û xêrxiwatir bo hemû kesê nîye, çî bifermûy ême ḧazrîn. eme serberzîye bo ême ke gewreyekî wekû cenabtiman bibê û le hemû şwênê qisey be řewac bêt.
bełam xełkî çî? ew hejar û kesasane ke ta êste her lejêr barî cewra çewsawnetewe, êste be pyałe çayek û dû qisey wa boş hemû kewtine helekesema. xo êcgar ke nawî mekîne û zewîyekey homere kwêrîş hate pêşewe îtir hîçî têda nemayewe. egîne meclisî çî û qisekirdinî çî û erk û îş cêbecêkirdinî xełkî çî? ewane çûzanin mecils çîye û qisekirdin le «mecils»da çîye?
lepaş hendêkî tir lem qisane, aẍe bangî kird kuře ḧeme! çayan bo têke ba bîxonewe û biçnewe ser şayîyeke, min ezanim şayîyekeyan le hezar şit pê xoştire. hemû be carê ewendî tir destyan kirdewe be do’akirdin boy.
ewan çayan xwardewe û çûnewe bo ser şayî, maynewe her min û ew û ḧemey çayçî û xizmetçîyekan. dîsan lelayen naybîyekeyewe wirde wirde destî kirdewe be qisekirdin bo min ke çon îş eka? çon qise eka? çon be demî hemû kesêkeweye?
řoj direng bû, witî îtir min eçmewe. wiłaẍekeyan bo hêna, swar bû, be tenîşt hełpeřkêkeda lêy da řoyştewe. ke geyşte ’astî ewan pêy witin: min ezanim êwe ewende gewcin latan waye min pêm naxoşe êwe le şayî û hełpeřkêda bin? ewa min eřom îtir arezûy xotane çî eken bîken.
hemû be carî otyan: qurban ewe çî efermûy? be serî to ew seḧate xoman be bextyar ezanîn ke gewrey xoman le nawmana bê.
be pêkenînewe:
gałtetan legeł ekem, minîş xoşîy êwem ewê. maławayîy lê kirdin û řoyşit. kuřgelîş kewa aẍeyan gałtey legeł kirdûn ewendey tir pêyan lê berz kirdewe. naheqyan nebû, le ḧeyatî bawwibapîryanewe eme gałteyek, eme qise û giftuliftêk. em hatin û qisaneş dyar bû bo çî bû.
le barekey tirîşa, bełê řast bû aẍe na’ib bû le meclîsda, bełam min her wa carcar eçûm bo gwêgirtin, çunke şwên heye bo gwêgran. bew qur’aney to nawtete ser řanî řastit, lew çend sałeda, ne bîstim, we ne dîm ke aẍe lew mecliseda wirteyek le dimî bête derewe. êste û ewsa zimanekeş fêr nebû layeqelî bizanê xełkeke qise le çîwe eken. sa çak ya xirap penceke her berz ekirayewe, îtir tê bigeyn ya tê negeyn şerit nebû. îtir îş řayîkirdinî çî, qisey çî, be şwên îşukarî em û ewa hełsûřanî çî?
ha, ewem lebîr nebû, pyaw diro neka çake, řojêkyan lew řêkewtane bû ke minîş çûbûm bo gwêgirtin, herçende şwênî gwêgran cya bû le şwênî na’bekan, bełam wa řê kewtibû lêwe nizîk bûm, gwêm lê bû dengêkî lêwe hat witî:
«pekku lewî germaye, be quřê gîrê ew şare lo germay» kabray tenîştî lêy tê negeyşit, lêy pirsî ke ewe çî ełê? ewîş têy geyand witî «ewî şare ’aře, ’aře pekkû wate ḧaře.»
be řeḧmet bê mameřeşe şayîyekî xoşî bo kirdîn.