kałay bałay şa

Li pirtûka:
Hemîşe Behar
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 13 Xulek  789 Dîtin

namexwa wiłat ewende le asayş û xoşîda bû, lewane bû gurg û meř le hemû serkanyawêkya pêkewe awyan exwardewe; derdedił nebû, kesasî nebû, ne kes kesî ekuşt we ne kes derzîy ekird be lûtî kesa. tenanet bêcge lemeş hîç kes pêwîstî bewe nebû nan weya cilubergêkî hebê, çunke sirûdî padşa hem nan bû hem berg. hem têryan pê exward, hem le beryan ekird. her leber em bê atacîye bû boye wiłateke bûbû be beheşt, le beheştîşa koşşikirdin bo nan û berg pêwîst naka, hemûy xoy le xoyewe amade ebê. ca ba pyawe ayînîyekan biłên beheşt le dinyada nîye. ey ewe çîye heye hey fêłbazîne?

padşa zor be newaziş bû legeł xełka, hemû dem le bîrî eweda bû ke danîştuwanî wiłat wekû danîştûy dîwaxanan le xoşî û ahengida bin. em hemû xoşî û şadîyeş leber ewe bû ke padşa hogrî cilubergî ałuwała bû; le her wiłatêk nawbangî parçeyekî taze babet derbiçuwaye paşa çeperî enard û parçeyan be ’en’enatî tacguzarî ehêna û ekira be bergêkî taze û padşa lenaw deryayekî şadmanîda be kobûneweyekî řesmî leberî ekird û komeł komeł danîştuwanî wiłat eçûn bo pîrozbayîy poşînî bergî tazey şa.

em hemû kobûnewe û ahengane- ke her řoje yekêkî ber ekewt- bûbûne hoy ewe ke qełemřew hemû řojê le şadî û zemawenda bê û danîştuwan be dirêjayîy sał le hełpeřkê û semakirdinî bezmî poşînî bergî tazey şada bin.

***

řojê le řojan qû kewte ’eşret ke westayek û şagird westayek le wiłatî feřengistanewe hatûn parçey be nexiş û nîgarî wa dirust eken meger her perîyanî asoy asman le serdemî beharana byangenê, le katêka ke estêre zêřîne dirust eken, egîna hîç westayekî tirî ser zewî twanay dirustkirdnî şitî way nîye.

bêcge lemeş ew parçeyey ke emane dirustî eken wekû destêkî nihênî řayełekey bitenî waye, çunke ewî zoł bê naybînê. emeyan betaybetî gewretir şitêke ke nawbangî em westayaney pê biçête keşkeşanî felek. bełam ewende heye erkî xerc û bacî dirustkirdnî parçeyekî weha le wizey hemû kesêka nîye. ewî şa û şazade nebê natwanê xoy le ber mesarîfî dirustkirdnekeya řabgirê. padşa ke basî hatnî em westa bełacewyaney bîst ewendey tir kewte naw dinyay xoşî û geşkedarîyewe; yekem leber ewe ke be hoy poşînî bergêkî tirewe wiłat ekewête naw zemawendêkî tazetrewe, duwem ke ew be hoy ew taze bergeyewe boy der’ekewê ke, le pyawmaqûł û karbedestanî wiłatekey kêyan zadey řasteqîney bawkî xoyanin û kêyan bîjî û zołn, çunke ewaney neybînin bêguman zołn, ew wexte ewane leser kar der’eka û esłizade û necîmzade exate ser îş û emca karubarî wiłat, îtir gelê gelê řû be çakîtir eřwa lem řojey ke êste heyetî.

demudest nardî westay feřengîyan be xoy û be şagridyewe hênaye barega û newazşêkî zorî legeł kirdin, pêy witin aya řaste ke êwe parçey wa nawaze dirust eken? westaş witî herçêkyan bas kirduwe le xizmetta le layen em parçeyewe hêşta her keme, min gelê lewe beriztir û çaktirîşî dirust ekem bełam her ewendeye erkekey zor girane, newek hemû kes bełkû hemû padşayekîş natwanê biçête jêr barî ew erkeyewe.

padşa witî: westa, em qisane beranber be min nakirê, min bo ewe le paşeřoja wiłatekem ewendey tir bikem be beheştewe û pyawî îş lênehatûy lê derkem, eger heç genc û zêřêkî xom û wiłatim heye lem řêgeyeda bîdořênim hêşta her keme, to ser lewe mekewe, le to îşkirdin û le min pare xerickirdin.

westa kiřnûşî bird û witî padşam! ebê bergêkî wat bo dirust kem newek her zoł neybînê bełkû dost û dujminîşî pê lêk bikeytewe; ebê way dirust bikem ewaney ke dujminî ton û xoyan xistuwete pêstî dostayetîtewe, ewaneş her neybînin. padşa ewendey tir geşke girtî.

***

emca westa witî padşahim, şwênî karxaneyekî gewrem ewê, ebê lew deşte řastey lay řastî şarekewe be mawey çarek se’atê řêge şûreyekî lê bikirê û le nawewe koşkêkî berz û biłindî lê dirust bikirê bo şwênî danîştinî xom, ke hemû core hoy ḧesaneweyekî têda hebê, le tenîştyewe koşkî karxaneke dirust bikirê. em parçeye lew wextewe ke dest ekem be dirustkirdnî ta tewaw ebê şeşsed û şest û şeş řoj û şeş se’at exayenê. lem maweyeda hemû dem nan û xwanman bo amade bikirê, kes hatuçoy naw karxaneke neka, meger ew kesane nebin ke carcar xot eyannêrî bo serdanî îşeke. ebê peyta peyta cewahîrat û zumřut binêrî bo ewe byantiwênmewe û byankem be tanupoy parçeke. ke tewawîş bû dyare xełatekem xełatî padşahî ebê.

padşa witî lem řuwewe heç pêwîstîyek hebê hemûy bot cêbecê ekirê. em xizmetey to xizmet nîye be tenha be min bełkû le pênawî em firmaney toda hemû wiłat eḧesêtewe.

emca padşa wekû westay feřengî witbûy, le maweyekî zor kema şûre û koşk û şwênî karxaney dirust kird û westa be xoy û be şagridyewe çûne naw koşk û pałyan lê dayewe. lenaw karxanekeda çwarçêweyekî wekû çwardarî tewnî dana, herkate yekêk bihataye bo koşkeke, ew legeł şagirdekeya eçûne naw karxaneke û le ber çwarçêwekeda pêçałêkîşî dirust kirdibû, eçuwe naw pêçałeke û şan û qołî ekuta û eygirman beser şagirdekeya, hetîw ew mirxeke zumřutem bo bêne, ew qangiłe yaqûtem berê, hetîw kełkîteke bêne. paş ewe eçûnewe le koşkekeda bo xoyan lêy da’enîştin, be nûstin le say sehena û be xwardinî goşt û řonî şiłpey baregay padşahî řayan ebward. her beyne ne beynêkîş ew cewahîrat û zêř û zîwe ke padşa eynard bo tanupoy bergî tazey, westay feřengî eyda be şagirdekey eybirdewe bo wiłat û egeřayewe.

***

bem core maweyekî zorî řabward. řojê padşa wezîrêkî dana û jîrî hebû, nardî bo ewe biçêt çawî bem berge tazeye bikewê û bizanê westay feřengî geyştuwete kwê, zorî mawe lê bêtewe ya kem? wezîr řûbeřûy koşkî karxane beřê kewt û xeber dira be westa, ke baş wezîrî padşa dêt bo seyrî îşukar û dirustkirdnî parçey nayabî tazey şa.

westa xoy kutayewe pêçałeke û destî kirdewe be şan û qoł kutan û girmegirim legeł şagirdekeya. wezîr çuwe jûrewe seyrî kird westa be dest û be qaç û be dem le ber çwarçêweyeka xerîke. bełam bêcge le çwarçêweke hîçî tir nabînê. zor serî siř ma. zyad lemeş xêra westa hesta û hat be layewe û pencey bo ’astî çwarçêweke řa’ekêşê û qisey bo eka. ełê:

çawit lêye ew gułey wekû wêney hermê le zumřute dirustim kirduwe, ew gułekey tirî le wêney dar erxewanêke ke dareke xoy le zêře û gułekanî le yaqût û pîrozeye, ew bałindaneş ke beser gułekanewe nîştûnetewe her yeke le gewherêkin.

qise bo baş wezîr heł’eřêjê wekû beřû le demya hełtoqîbê. baş wezîrîş hîç nabînê, her ewe be diłya dêt: ełê wadyare min bîjîm boye naybînim. eger êste biłêm hîç nabînim le layekewe lenaw xełka be zoł der’eçim le layekî tirîşewe padşa be dujminî xoym ezanê.

baş wezîr leber ewe ke em ketney beser neye ser bo westay ferengî eleqênê û ełê: bełê řast ekey gułekan zor cwanin, betaybetî ew bałindane ke dirustit kirdûn û pîrozet xistuwete kasey çawekanyanewe, awî çawî pyaw estênin. westaş ełê eme hêşta tewaw nebuwe, ba tewaw bibê ew wexte seyrî biken. êste ewî to dîwte hîç nîye, paş tewawbûn şitê nawazetir ebînî.

baş wezîrî henasesard lenaw deryayekî pejareyîda- çunke parçey nedîwe û be zoł derçuwe- geřayewe bo lay padşa û gelê basî cwanîy bergî tazey bo kird, ke çon westay feřengî hunerî xoy tya be kar hênawe. meger her westayekî wa bitwanê ew gułe cwanane bew řêkupêkîye le parçeyekî wa tenkî le qursayîy całcałoke tenkitir û sûktir dirust bika. padşa ewendey tir geşke girtî û asoy deryay şadmanîy zyatir firawan buwewe.

paş mawey çend mangêkî tir padşa wezîrêkî tirî nard bo çawpêkewtinî bergî taze û bizanê westay feřengî tyaya geyştote kwê? emîş ke çû wenebê le kakey be barsûktir geřabêtewe. çi semereyek le baş wezîr řûy da çeşnî semere lemîş řûy da.

***

sał û mang û řoj tengyan be dwayîhatnî dirustkirdnî kałay tazey şa hełçinî. her şitêk seretay hebû dwayîşî heye.

awatî herkes eweye lew pileye ke tyayetî pileyekî tir serkewê ta ebê be padşa. awatî here berzî em padşayey êmeş ewe bû ke bergî nwêy bo tewaw bibê û le berî ka û dost û dujminî xoy pê lêk bikatewe. hemû demê xewî bew katewe ebînî kewa, kewa û serkeway bo tewaw buwe û le berî kirduwe û danîştuwan û karbedestanî wiłat be berdemya tê epeřn, be hoy bergî nwêy tazewe- ke wekû camî cîhannima waye- pak û pîsyan lêk cya ekatewe û naḧezekanî le layekewe řa’egîrên û dostekanîşî ekewne layekî tirewe û destûryan edatê ke be cwanî û diłpakî çawêrîy karubarî danîştuwanî qełemřewekey biken.

le paş şeşsed û şest û şeş řoje û şeş se’ate westay feřengî nardîye lay padşa ke parçey bergî nwêy şa dwayîy hat û lenaw kobûneweyekî gewreda, şa bergî taze le ber ka. padşa lem xebere mujdeyekî beheştîy wergirt. deştêkî zor gewrey terxan kird û řojî kobûnewey dyarî kird lew deşteda.

le řojî danrawa, lepaş ewe ke padşa be diruşkey şahî çû lejêr xêwetî padşahîda aramî girt, hemû pyawmaqûł û karbedestanî wiłat le dewrî ko bûnewe. westay feřengî be niqenq nîşt be kołêkewe û şagirdekeşî paşełî bo girtuwe û lenaw deryayekî çepłeřêzana le berdemî padşada kołî da be zewîya, seyrtir eweye ke naw kołîş le ba zyatir hîçî têda nîye. emca demî hełhênayewe witî:

xełkîne! em kałay tazey şaye ewî zoł û ewî dujminî padşa bê naybînê, eme berdî meḧeke bo ewe ke herke xoy binasê û padşaş bînasê.

paşan witî: şahim fermû ebê xom bîkeme berit û xom řêkî xem. padşa le şwênî xoy hesta û westaş kołî kirdewe û destî berz kirdewe û parçey nebûy bê binaẍey pîşanî ’alemeke eda û witî seyr ken le cwanî, le nazkî, le guł û dîmenî, le nexiş û nîgarî.

her ke em destî berz ekirdewe bo nîşandanî parçe, le hemû layekewe ebû be çepłeřêzan û be «bexwa parçey çake». legeł eweşa kabra hîçî be destewe nîye û her le xoyewe destî řa’eweşênê û demî eda be yeka. ew ’alemeş ke seyr eken hîç nabînin; bełam her kese le ’astî xoy le diła ełê: ebê min zoł bim boye naybînim. le tirsî ewe ke be zoł derneçê le çepłe eda û «bexwa parçey cwane» dengî nêrî berz ekatewe. baş wezîr le hemû kes zyatir le çepłe eda û deng berz ekatewe. yekem le tirsî ewe newek be zoł binasrê, duwem newek biçête řîzî dujminanî padşawe.

înca kabra, padşay řût û qût kirdewe û kewte şefte û çîregirtinewey û bergî leber kird. be dest û be dem basî cwanîy gułekanî ekird û basî řêkupêkîy dawên û qoł û singî ekird û eyut: şahim çakîyekî tirî em berge eweye legeł eweş ke le gewher dirust kirawe, ewende sûke, ewende sûke le tałî całcałoke sûktire, pyaw hest bewe naka ke şitî le beraye. padşaş seyr eka hîç nîye û hîç dyarnîye, bełam le tirsî ewe ke newek be zoł derçê û xełk biłên ême padşay zołman nawê, le hemû kes zyatir diłî çuwe be cwanîy parçey nebûda û le hemû kes zyatir ełê: bexwa bergêkî nayabe.

paş ewe ke şa, lenaw em çepłeřêzaneda kałay tazey leber kird, westa witî ebê çend kesêk le dwawe paşełî em berge nayabe hełbigrin, ba nexşê beser zewîda. her lew şwêneda xełatêkî şahaney westay feřengîş kira.

emca şa be bergî tazewe lenaw galêskeda geřayewe bo baregay şahî û çend xułamêkîş le dwawe dawênekeyan bo hełgirtuwe.

le xełkî tir waye em xułamane, şityan be desteweye û ewan naybînin, keçî le řastîda ewanîş hîçyan be destewe nîye bełam le tirsî ewe ke xułamî taybetî padşan û be zoł û be dujmin derneçin, zayełey dengî «pîroz bê bergî nwêy şa»y ewan, ’alemekey ewendey tir hênawete xiroş.

bem core, şa bergî tazey le ber kird û naw û awazey «bexwa bergî tazey şa cwane» le hemû dîwaxanêkî qełemřewî şada deng edatewe. heta lepaş maweyekî baş beser em karesateda, řojê le řojan dû kesî wekû min û to ke zor dostî yek bûn û hîç perdeyek le beynyana nemabuwewe, pêkewe da’enîşin û qise lem berge tazey padşawe eken. yekêkyan bewî keyan ełê:

be xwa biram, be zołim der’ekey weya be dujminî padşa weya be her şitêkî tir, min hîçim nedî û hîçîşim berçaw nekewt. ewî tirîşyan ełê: sa be xwa bira minîş herweha. bere bere lemanewe îtir xełkî tir wêrayan bikewne ser ewe ke biłên hîçyan nedîwe. ta le dwayîda hemû kes têgeyşit eme şitêkî diro buwe û em westay feřengîye hełîbestuwe û hîç kes hîçî nedîwe.

kewate pîroz bê kałay bałay şa. wa dyare hemû çerxêk em fîlme taze ebêtewe.