girdî seywan

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 2 Xulek  508 Dîtin
demî êware řoj lêre le ḧałêkî ḧezînaye
witarêkî le me’nayî nîgahî wapesînaye
şiney ba her wekû ney, neẍmeperdazî meqamate
hezaran nałeyî zarî lenaw ah û enînaye
***
çi xakêke muqedes, turbey pakî şehîdane
be her lada biřoy her ne’rey «alilh akbirErebî» dê
leher sû têpeřî ayatî ḧeq tefsîrî qur’ane
melayek bo zyaret sef be sef, bê pa û bê ser dê
***
dirextî sał xurdey ayetî qewmîyetî kurde
mezarî nadyarî suretî «ana fitḧinaErebî»ye
beyanî şerḧî řaburdûy jyanî mîlletî kurde
nîşaney qehremanîy qewmî kurdî lê huweydaye
***
nîgahî agirînî şew be mehtabêkî nûr efşan
ke dar û berd û kêlî qebrekanî pê eka tenwîr
wekû řuḧê leber demta kifin birdûşî fexruşan
zemanî têpeřîw serguzşitî xoy eka teqrîr
***
dełê em cêgeye bo paşeřojit, qîblegahêke
serapa qehreman û tacdarin lêreda medfûn
seraser berd û qebrî, řemzî tac û textî şahêke
peřey te’rîxî ḧukmî ḧakmanî kurd eka gułgûn
***
bezahîr dar û berd, emma hemû eş’arî piř aheng
sinûḧatî hemû îlhamî efkarî edîbane
şepolî beḧrî me’na, herwekû mehtabî řengawřeng
ełêy fecrî beyanane lenaw şewda direxşane
***
lepêş fecra hemû řojê temî matem ḧezînane
depoşê ser heta damênî em girde be meḧzûnî
be dengî pêçewaney tê mege, sozêkî giryane
le bendî cergî leylê dête der bo mergî mecnûnî
***
henasey sardî bê řuḧê ke dê bê sirwe şewgaran
beser kułmî guła pexşan eka, gêsûy řeyḧane
îfadey şî’rî, jînî têpeřîwî newciwanane
eger wird bîtewe, dersêkî piř me’naye bo însan
***
dexîle za’îra ahsite pê danê beser xaka
meqamî namdaran û nimûney ’erşî yezdane
be te’zîm û edeb têpeř bibî çake becêy çaka
nîşane û řemzî kurde, nawî berzî girdî seywan