«ẍunçe» û «şîrîn» û «kałê» sê kiçin ewladî gîw

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  463 Dîtin
«ẍunçe» û «şîrîn» û «kałê» sê kiçin ewladî gîw
qabîln her sê wezin bikirên be ałtûn û be zîw
ẍunçe wa taze xerîkî pêkenîne bo finûn
’îşweyî «şîrînê» sed ferhadKes exate bêstûn
çawî mest û kałî «kałê» piř le badey ’îsmete
řebî her sê tacî berzî bin le bo em mîllete
baẍî bê xarî ḧesadet, newzihûrî wa debê
ẍunçe şîrîn bê be kałî, baẍî mes’ûdîyete