hîmetî pîran
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
1 Xulek
656 Dîtin
ew mu’emmaye ke sê ḧerfe benaw
wek mwalîbde şimulî kewte naw
’işqe, cezbey siřřî yezdanî heye
bo demaxî neş’eyî weḧdet meye
’işqe, şêranî cîhan dênête bend
’işqe, řoḧî pak exate jêr kemend
’işqe, kes natwanê şerḧî lê bida
’işqe, mayey zewqî nasînî xuda
’işqyan dana be dû new’, ehlî ḧał
’işqî san’, ’işqî mesnû’ dû me’al
’işqî san’, şêweyî însanîye
’îşqî mesnû’, arezûy ḧeywanîye
arezûy ḧeywanîy, dwayî cennete
sefwetî řoḧanîy, mayey cennete
’işqî zułf û xał û řûmet fanîye
’îşqî penhanî letay subḧanîye
ah eger «nûrîNasnava edebî» leme beşdar ebû
daxlî naw defterî eḧrar ebû