bo bêkes

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 2 Xulek  458 Dîtin
cejnî newroz bû le girdî yare
ko bûbûnewe ehlî em şare
le jin û le pyaw, le şêx û aẍa
le karbedestî mîrî kes nema
ke nehatbê bo em newroze
bo zemawend û cejne pîroze
le sefareta zanay îstî’mar
mêcer edmonsî, yekem musteşar
be tûrekey mil, piř le fêłewe
bedro û îşî çewt û çwêłewe
ewîş le piř hat xoy kird benawa
her çawêkî kird be çwar le tawa
min bebîrî xom zeynim wa boy çû
bo nawerokî newroz hatbû
têbga mebes le newroz çîye
bê naw’axne û cejnî petîye
ya piře le şit, em hemaneye
řû le serdeştCih e û mebes baneCih ye
bêkes
bêkes enasin çend fîdakar bû
bo nîştimanî, ke çend bekar bû
bo se’adetî qewmî kurd bêkes
serşořî û bezîn lay ’eyb û ’ar bû
bêkes le řêgay berzî mîlleta
milî bikiraye bedar û peta
lay wabû řutbey şahenşahîye
řêy weten nebê, řêy gumrahîye
bendîxane lay koşkî wezîr bû
goranî û bestey ziřey zincîr bû
beteng azar û êşewe nebû
lay bêkes me’nay weten eme bû
ser, berz bûnewey bo sêdare û pet
ew serberzîye des kes ne ekewt
eme ayînî pakî bêkes bû
her berzî weten lay ew mebes bû
serincim da dan cîř ekatewe
le daxî «edmons» pîş exwatewe
le piř hełsaye serpê azane
řûy kirde «edmons» witî merdane
pencey kêşaye naw herdû çawî
witî le des to min bo kwê biřom
«bîst û ḧew sałe min řenicberî tom
benan û aw û cil û bergî xom
xizmetim kirdî le êran û řom
keçî êstake her min řenceřom
gunahim çi bû, bem derdet birdim
benaḧeq boçî wa sûkit kirdim»
em hełebestey xoy, cwan bo xwêndewe
«edmons» herweha tas eybirdewe
êsteş ta mawim em denge xoşe
le perdey gwêma eziringêtewe
kurdîş emênê û em şî’re cwaney
be fatîḧawe exwênêtewe