legeł «’elî kemal bapîr» beyekewe dayannawe

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  525 Dîtin
wa mubedel bû bexoşî dewrî îzmîḧlalî kurd
xatîmey hat û nema, eyamî îstîzlalî kurd
bo geyştin bem deme, bem řoje bû, amalî kurd
ḧemdî bê ḧedid bû, xuda dîm řojî îstîqlalî kurd
piř zya û řexşinde hełhat kewkebî îqbalî kurd
qapî řeḧmet guşade, derkî zîllet daxra
çunke meḧmûdê leser textî ’edalet danra
mujde bê ey qewmî kurd, nûrî se’adet hełkira
perdeyî tarîk û deycûrî meraret ladra
řojî azadî hełat, řûnake îstîqbalî kurd
mîlletêkî wa qedîm, qewmêkî meşhûrî cîhan
malkî xak û weten, saḧîbî te’rîx û ziban
’eybe îtir xizmetî xełqî, le zîlletda jyan
besye ey xizmîne buẍiz û kîne, ba yekdił be can
têbkoşîn bo tereqî şewket û îclalî kurd