ey řoḧî řewanim

bo yekê le řîcale syasîyekan nûsrawe
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  856 Dîtin
ey řoḧî řewanim mebe lem wez’e mukedder
bêhûde meke xot be xeyałatewe muẍber
ḧacet be îşaret nîye, wek řoj edrewşê
şu’ley zefere, ’aqîbetî ceyşî muzefer
nîzîktire ew řoje le qewseynî ew edna
dinya ke ebête guł û gułzarî mu’eter
her qewmî perêşane enałê be cefawe
her mîllete cerg û diłî cinrawe be xencer
her çawî sitemdîdey eqwamî ze’îfe
piř qetrey xwênawe melûlane, mukedder
her xunçey sîsî diłî kurdane dełê key
ekirêmewe řojê be hewayekî mu’eter
em ’aleme bem řenge bipařêtewe lay xwa
bikułê diłî em xełqe wekû coşî semawer
amalî beşer beste bê bem řojewe balilhErebî
şubhem nîye ew nesre ke nûsrawe le defter
to ew dem û řojey ’elemî nesrî nîhanî
eşnêtewe wek řoḧî zefer dîde leser ser
biřwanne em kurde be çawêkî ’edalet
îtir bese gerdin keçî û jînî muḧeqer