ey dulberî canî

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  775 Dîtin
ey dulberî canî bexuda canî cîhanî
aramî ten û řaḧetî dił, řoḧî řewanî
nûrî beser û şem’î şebistane cemalit
meḧbûbî dił û meḧremî sed řazî nîhanî
yaqûtî lebit, qûtî minî řûte bequrban
řût derxe ke biřwa şew û bê wextî beyanî
mujgan û birot sef wekû ’esker ke debestin
bakit çîye to saḧbî şimşêr û sînanî
xwênî minit bew gerdine bê řojî qyamet
em ’aleme şahîdme ke tom qatîlî canî
ey ’ebdî xuda, şermê le dîwanî xuda ke
řeḧimit bibê dinyayeke bê qîmet û fanî
bibřêtewe em de’yeye, bem ḧusne menaze
wek ’umrî minî xiste «sirî’ alciryanîErebî»