be ebro û xetit û xał cwanî be bała çust û çalakî

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  485 Dîtin
be ebro û xetit û xał cwanî, be bała çust û çalakî
be zahîr bêçuwe derwêşî, be dił celladî seffakî
be awêney řux eskender, be camî dîde cemşîdî
be textî sîne perwêzî, be marî zulf zeḧḧakî
supay xet hat û ẍeyrî tîẍ kesê natwanê men’î ka
be deryay ’îlmewe hîçim nekird ba biçme dellakî
le řiq bawkî bigryêm ya le bołey daykî hawar kem?
le zułmî xoy binałim ya leber cewr û cefay kakî?
gelî sofî ewa hatin ke mîratî feqê beş ken
bełê me’lûme xo weḧşî ke mird seg deçne ser lakî
’eceb dest û girîbanim buwe kurdîNasnava edebî le dinya ẍem
meger qismet bû bo min řojî ewwel ’îciz û ẍemnakî?