bo geřanî aşî dił firmêskî çaw aq dingeze

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  496 Dîtin
bo geřanî aşî dił firmêskî çaw aq dingeze
ẍeyrî hîcran û beła esłen be min nada meze
hênd betaw hat xwênî kujrawan le mujganî syat
espeket caran sipî bû êste řengî qirimze
her lewê řoj bûye tîrendaz şukir pêkat diłim
ey fîday dest û kemanit bim kuřey çaw mamze!
tîẍî ebrot tîrî mujganit be qetił wi’amî dił
nûkî nêze tac bexşe tîẍî cengî çengize
xałî řût qurban be ’eyyarî diłî xełqî dizî
bo çî řêt da bête naw bax ew ḧebeşzadey dize?
çawî bîmarit ke dîm, řuḧmim be ḧałî zarî hat
herke to ẍemzet hełistandî le naw cergim çize
weznî zerbî pencet emřo serfî řûy canane kird
ey mu’ellîm bo kizit kird? dek le cergit çê kize
her kesê ’aşiq le dest hîcran xelas ka merd ewe
arê ferhad ta ḧeşir memnûnî pûre hurimze
min be narî sîne cergim bo kebab kird ew dełê
kurdîNasnava edebî zor çake kebabit, ax çi fayde bokze?