se’adetî řastî
Li pirtûka:
            Dîwanî Şêx Nûrî
        Berhema:
                Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
        
             1 Xulek
             1579 Dîtin
        
        
    se’adet ger be řastî to depirsî, ’îzetî nefse
eger bednawîy şarit ewê, nefist beřełła ke
eger berzî mesîḧit bo nebê, teqlîdî yûsifKes ke
negeyîye asman, hewłê bide zîndanê peyda ke
le panayî zemîna cêt nebê, şax û çya zore
eger qesirit nebû, ’aciz mebe, ẍarê be me’wa ke
lenaw şarî ’edemda, bê xemî û asûdegî zore
eger jînî zerîfit dest nekewt, mirdin temenna ke
cîhan bê ême zor tîpeř buwe û têpeř ebê zînhar
be kirdey çake, nawêkî nemir bo xot muheyya ke
le hewraz û nişêwî řêy jyana qet menałêne
emel mebře, teḧmimul bigre, bê ’ezmî tewella ke