şîwenî awřeḧmanî xałozay

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 2 Xulek  611 Dîtin
çîye? emřo qełem dûbare hatote zuban egrî
betaw çaw û bekuł dił, em be guř dê ew řewan egrî
le serçawey diłey sûtawewe lafawî xwênî geş
be tavgey dîdema emřo be xuř dê û bê eman egrî
qumaşî şîwen û dîbay waweyla çi herzane
lebê bazařîy nirxî meta’a karwan egrî
kułî giryan û êşî zam û kispey dił temaşake
pilûskî wişk û lûley têkşikawî îstîxwan egrî
tumes bałay awřeḧmanîKes dî dîdem lejêr xaka
legeł hewrî behara wa ełêy bo îmtîḧan egrî
le baẍa guł ke çawî kirdewe, to çawî xot lêkna
meger bo çawî lêknawit be çawî çaweřwan egrî
beser peřey gułî zû hełwerîwî newcewanîta
çemen egrî, guł egrî, bilbil egrî, baẍeban egrî
be bałay towe sed hêlaney dił bend û pêwend bû
cîhanî bilbilî awareye û bo gułistan egrî
peşêwa û şipirze û wale û şeyda beşwên toda
wîqar û ḧusnî xulq û şerim û şîrînî ziban egrî
le to małê ke xałî mayewe bo şîn û giryane
sikûtî çołîy hêlane, bo murẍî cewan egrî
peley zû řoyînit bû, bo dîdenî ẍîlman û ḧorî bû
besed çawî muḧîbet çaweřêy toye û cînan egrî
ledûrî êwe «nûrîNasnava edebî» xoy enałênê heta mawe
le dway xoy řoḧî ẍemdîdey be şî’rî natewan egrî
witim ey dił binûse sałî matem, desbecê fermûy:
beşwên toda hezarêk bilbilî bê aşyan egrîHisaba Ebcedê: 1360h