texmîs leser ẍezelêkî «wafî»

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 2 Xulek  643 Dîtin
ey fîdakaranî mîllet şêrî merdanî wiłat
ey ře’îsanî dyanet saḧêbî sedim û sełat
bo nîsarî bê wicude lîre û řupye û menat
ruḧ fîda keyn bo weten bo ḧukmiřan řêy ebat
kes nebê çawî le řutbe û xizmetêkî bê xełat
takû dwênê bû lemeydana etanut ême çûyn
wa le badey yekêtî ser mestî fîkir û hay hûyn
gişt fîdakarî ewe êstake serbest ke bûyn
namî te’rîxî le cêy řutbey ferîqî bê lelat
ger nekeyn îsbatî mewcûdyet îmřo ême çîn
piştîwanêkman heye wek kêwî asin wa metîn
min ke ferdêkim le kurd, baweř biken ey muslimîn
xizmetî mîllet lelam ferze be tesdîq û yeqîn
nek bedem yaxud zuban balilhErebî wame ta memat
xakî kurdistan meḧellî ’îlim û darulfen ebê
mewqî’î ehlî kemał û bo huner mesken ebê
herçî wêranêkî têdaye wekû gułşen ebê
sed şukir şu’ley çiraman řoj be řoj řuşin ebê
berqerar û payedar bê wasîtey şewqî ḧeyat
’îbret û derse lelay ehlî nezer wez’î zemen
dûr neçîn bo ’esrî kon lem weqteda hewłê biden
dest lemil yektir bikeyn bo ḧîfzî gułzarî weten
dîm nimûney mîlletî ẍeyre ke çon xizmet eken
zabtan û kabtan herwek nefer poł poł ehat
. . . . . . . . . .Teksta ne aşkira
îtîḧadêkman nebê bê şubheye bê řeyb û şek
mîr û aẍa ferqî namênê legeł xeřřat melek
seyr bike çon ecnebî ḧukmî geyande ser felek
bo tereqîy mulk û mîllet canfîdabûn yek beyek
îtḧad û yekêtî însan ebate řojhełat
«fa’iq» emřo gerçî ’alem piř le aşube û fîten
ḧez ekem danêm le řêy xakî wetenda can witen
kullî dêyek pence bazî ka legeł mułkî xuten
meqsedî zatîm nîye ẍeyr z weten îlla weten
çon fîday mîllete «wafîKes» be teḧqîq û sibat