bo řojname û govarekan

ey xwêndewarekan
Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  774 Dîtin
ey xwêndewarekan û edîbanî muḧterem
daym be hêzî xomewe her şukirtan ekem
asarî cûd û cehd û cewanmerdîy êweye
sałî yekem tewaw buwe û kewtime duwem
ta êwe qedir û ḧurmetî mintan lela hebê
şewqim egate memleketî turkya û ’ecem
îmdad û lutfî êwe eger řû nekate min
bê şubhe min ekewme buxar û ẍubar û tem
ewsa ne deng û řengim emênê ne şuhretim
ne xizmetim, ne řewneqî efkarî muḧteşem