kê şêxe
Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
1 Xulek
820 Dîtin
le bo ceřřî menafî’ lay hemû pîr û cwan şêxe
le bo def’î menahî goşegîr û bê ziman şêxe
le bo tefrey xelayq herwekû teyyare seyyare
be tesbîḧ û be tehlîl û beřîş û teylesan şêxe
eger şêxt ewê lade le řêgay xaneqa û tekye
eto eqił û kemałit bê, bê bizane: kê beşan şêxe
cuneyd û şêxî sîřir û «ẍewsî beẍdaKes» şêxî mîḧrabin
’eyaz û xalîd û tarîq, emîr newrozman şêxe
mełê: şêx zor kemin bê destełatin çunke ’eşret nîn
eto î’lanî xwardin ke le erz ta asman şêxe
yekêke sed hezar dênê, kelamêkî çi meqbûłe?!
le ewladî ’elî tenhaye şêx meḧmûdKesyan şêxe
çiraẍî mulkî kurdistane nûrî çawî îslame
xwa ḧîfzî bika bo ḧîfzî nam û xanedan şêxe