mujde bê

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  542 Dîtin
mujdebê yaran ke şahî dîde mestan hatewe
saqî yî bezmî tereb bo mey peristan hatewe
ba, be neẍmey diłguşa bulbul legeł qumrî biłên:
ẍunçeyî xoş boy baẍ û serwî bostan hatewe
saqî û mutrîb, mey û ney bînne cewlan û coş
şahî sedrî meclîs û şem’î şebustan hatewe
aftabî çawî mestî kewtuwete jêr qewsî biro
ba gedayan quř beserbin fesłî zistan hatewe
dîde ’ebher, qed sinewber, řû qemer, mû ’enbere
çende řengîne! beharî guł bedestan hatewe
dîde ḧeyran bû le nezzare û temaşakirdinî
şahî «eskender» le awî tarîkistan hatewe
«zêwerNasnava edebî» emca bes beyan ke şekweyî eḧwałî xot
wa mu’înî bê newa û bext sistan hatewe