le sitayşî fetaḧ xanî kuřî ḧacî eḧmedî sofî

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  523 Dîtin
’eşqî senemê şořşî xistuwete dił û can
lencey eşkênî qedemî kebkî xeraman
mumtaze benaze, mehî gerdûne le ḧusna
ẍeddare dił azare, çi şoxêke be ’înwan?!
kafir muwe, îslam řuwe, xał hînduwe, dił řeq
îman bere, qed ’er’ere, dem xunçeyî xendan
lew sawe ke sewday beçe ’ettare le serma
wek ’etre henasem ke deka řa’îḧe efşan
şimşêrî biroy xem buwe bo qetlî xelayq
’ettare bekirdar û be tel’et gułî nîsan
ser defterî xûbanî silêmanîye elḧeq
şay ahûyî çîn û xutene çawî «fetaḧ xanKes»
min nîme meta’ê le behay xendey lêwî
eqłêk û xeyałê hebû zû birdî betałan
ta řayetî ḧusnî leser em şare biłinde
besrawî xemî ḧukmî ewn aqił û nadan
nazdare wekû şî’rî teř û tazey «zêwerNasnava edebî»
nayabe le bazařî cîhan wek mehî ken’an