bo sałḧ zekî saḧêbqiran

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 2 Xulek  593 Dîtin
gelê heye ke xeyałatî xwab û xurden eka
weya heway derudeşt û geştî gułşen eka
be lehceyekî edîbane dête bestî kelam
be řengî wa’îzî dana qisey mu’en’en eka
řîcalî xełkî meḧelley tewawî nanasê
qise le řûs û le japon û çîn û meqden eka
deqîqeyekî jyanî beřûy zemîn nada
le řêy teřeqqîy mîllet xeyałî mirdin eka
gelêkî wayş heye bê deng û ḧazim û fe’’al
felek le kirdeweyan aferîn û eḧsen eka
mîsalî qîsmî duwem çend kesêkî meḧdûde
weku me’alî «zekî begKes» qisem mu’eyyen eka
be ḧîlim û ’îlim û be sîdiq û sebat û dîndarî
be nûrî fîkirî şewî tar û tîre řewşen eka
se’adetî muteseřřîf zekî begî sanî
ewîş befîkirî biłindî weten muzeyyen eka
lenaw wiłatekeya ger dizê hebû gum bû
ewî terîde bû naçar, řû le me’men eka
selef be lutif û be ’unf û xelef be ’ezim û be ḧezim
lîwa ḧeyatî peyakird le şarî lenden eka
zekî beg awî ḧeyatî bedem wiłata kird
hemû me’ahîdî ’îlmî le bax û gułşen eka
be ’edil û kirdewe wîcdanî pakî me’lûme
musa’edey ’ereb û kurd û turk û ermen eka
be ’îlim û ’emelî xizmetî le bo mîllet
le gewre gewre fîdakarekanî cermen eka
bijî îlahî ewane ke nef’î xełqî ewê
le pêy řufahî beşer terkî ’eyş û nûstin eka