seday karwanî fîrqet dê dełêy ser qafłeçî yare

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 2 Xulek  1225 Dîtin
seday karwanî fîrqet dê dełêy ser qafłeçî yare
ziřey pêşengî mîḧnet dê dełêy kałayî xembare
tiringey tepłî baz atłałî çaweş dengî cařçî dê
be tîpî ẍem dełêy namerd eser dił emřo yełẍare
dełêy espî fîraq simkoł deka wa lêłe bînayîm
dełêy tepłî fîraqyan jend ke wa gwêm piř le haware
le pêş beydaxî şadî, yar ewa espî de’axêwê
leser tîpî supa salar û hem pêşeng û dundare
meznide hewrî řeḧmet asmanî ’uşretî poşî
ke wa řûnakî řoj emřo leber çawim şewî tare
eman ser qafłeçî karwan! dexîl sa çerxeçî leşkir!
ciłew hełkêşe řeḧmê ke, ke carêke û her em care
ewa êwe deron yezdane parêz gartan emma
bekêy despêrin êwe, to xwatan em birîndare?
ke řoyîn to xuda kê bête ser bałîn û nałînî?
ke bimrê kê hełîgrê û defnî ka em murde bêçare?
eger nayben legeł xotan, be kujtin sa’îlacî ken
ke be xwa ew le paş êwe le gyanî xoşî bêzare
be yezdan ḧacetî kujtinî nîye hîcrantan merge
çi fayde? herwekû kurdîNasnava edebî ewîş gyan sext û bîmare