bo cejnî mewlûd

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  849 Dîtin
le her çwar goşey dinyawe emřo cejnî mewlûde
çi mewlûdê? zihûrî ḧezretî meḧbûbî me’bûde
çi meḧbûbê ke nûrî çawî cumle ehlî tewḧîde
çi meḧbûbê seraser mexzenî ’îlim û wefa û cûde
xwa lem mangeda ew nûre pakey xiste ser dinya
leserman îḧtîramî mangî wa metlûb û meqsûde
ke eḧkamî munîrî nûrî şer’î xiste naw ’alem
heçî eḧkame mensûxe heçî eẍyare metrûde
şewî pakî wîladet subḧî îqbalî musułmane
derî řeḧmet kirawe, dergehî îdbare mesdûde