aẍe gyan! to xot deçî bo şar û min lem ẍurbete

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  520 Dîtin
aẍe gyan! to xot deçî bo şar û min lem ẍurbete
zeḧmete yaran bimênim min le paş em fîrqete
her kesê şehdî wîsal û jehrî dûrî çejtibê
ew dezanê derdî dûrî çend giran û zeḧmete
dê be taw eşkî dû çawim herwekû decle û fuřat
mezre’ey xem sewz û têrawe leber em dû şete
ta esîrî dawî tom řeḧmê be ḧałim ke to xwa
mudeyêkî tir le destit řadebûrim, derfete
dił emanet bû le lat êsta ke wa ḧaşa dekey
ey musułmanîne! werne seyrî em bê mirwete
cennete cêm çunke em şoxe be naḧeq kujtimî
hênd şerîf û pake ḧetta kujtinîşî řeḧmete
řû le qîbley mistefa nakem dełê kurdîNasnava edebî
heta taqî mîḧrabî biroy derxa le ’alem em bute