aştîy dû dost

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  519 Dîtin
le yekem řojî mîhrebanîman
bîhêne xatrî xoş birayîman
bîpêçînewe qisey řabirdû
ewey ke buwe lewatey herdû
eger le beyna řûy dabî ’îtab
bîgořînewe be çake û sewab
herçî bêjrawe bo min ya bo to
gwê negrîn îtir le qisey bedgo
cwane aştî be sîdiq û ulfet
biçînewe ser ’ehdî meḧebbet