goranîy keşafe

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  457 Dîtin
keşafem û saḧêb huner, lam şadîye wextî xeter
estûnî qewm mu’teber, hurdûy şeřef neslî zefer
kirdar û exlaqî cwan girtim le ehlî pêşuwan
bîr û xeyałim her zeman bo xidmetî bestim kemer
dûrim le bê namûsekan nakem diro ẍedir û zyan
her kes dirawsêm bê becan pêławî dênme tewqî ser
. . . . . . . . . .Teksta ne aşkira
herçende mindałîn hemû ’alî nejad û bê zerer
emřo be se’î û ẍîretim, sibḧeynê berze ḧirsetim
naw sextî çuwete sen’etim, lam wek ḧezer waye sefer
nefsê kewa piř hîmmete bexşînî lam bê qîmete
serfî ’ilûm û mîllete bo řahî ḧeq eykem heder
deşt û byaban řêgeman, car care beḧre cêgeman
eşçîne qubey asman ser kewkeb û şems û qemer