goranî leser kêşî «atelir saḧliminde biklimîwrim»

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  604 Dîtin
xakî «berzince» çende diłgîre
cêgeyî qutib û ewlya û pîre
řebbî em cêge xoşe awabê
menbe’î ’îlim û feyzî mewla bê
şaxekanî beramber û «xeşnoCih»
xoştirin sed le «lahîcanCih» û «şinoCih»
wetenêkî ’ezîze bo min û to
meskenî kurde, řebbî awa bê
kuře kajaw û şaxî mayawe
seyrî deştî, hemû celay çawe
cennete xwa be êmey dawe
wetenim xoşewîste awa bê
zerdeyî řoj eda leser şaxî
sûr ebê befrî wek gułî baxî
sipîy û zerd û sûre beydaxî
řebbî em cêge xoşe awa bê
menzerey barşî beharanî
hajey awî befrî şaxanî
şaxî lubnan ekem bequrbanî
řebbî em xake pake awa bê