balorey kiçe kurdêk

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  589 Dîtin
kîjołey kurdistanim
be řezay ser berdanim
kenêrey naw şaxanim
le xwaweye min cwanim
ey ew kesey bê dîne
to were min bibîne
karî xwa çend şîrîne
le xwaweye min cwanim
ne wek řomî û ferhengim
be derman cwan bê řengim
kiçêkî şox û şengim
le xwaweye min cwanim
ne sodanî û ḧebeşim
ne liç zil û řûřeşim
hemîşe wek guł geşim
le xwaweye min cwanim
kenêrey şax û deştim
wek gyabenî beheştim
řîḧaneye siruştim
le xwaweye min cwanim
min bazî darestanim
çaw şehênî kwêstanim
awa bê kurdistanim
le xwaweye min cwanim