le dûrî tûtyay xakî qedemgat dîde bê nûre

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  970 Dîtin
le dûrî tûtyay xakî qedemgat dîde bê nûre
le hîcrî meyî lebî le’ilit, dił û [kwanê] mexmûre?
şehenşahî xeyałit meclîsî bezmî le ten dana
diłim řeqqase, sînem çenge, nałem saz û semtûre
xeyałit pêy dezanî ’aşiqî tom takû dûr kewtim
bełê êsta le sayey hîcir zor zor faş û meşhûre
kutim însaf bike ta key esîrî çahî dûrît bim
kutî ey quř be ser! ’aşiq be daym zar û mehcûre
le miłkî dił egerçî barî kird şadî bełan emma
le sayey xêłî ẍem êsta lecaran zêde me’mûre
dełê wa’îz were lem diłbere dest hełgire pêm kut
nefamî xer! eto nazanî bed’ehdî le dîn dûre?!
le řom û turk û fars wêneyî yarit nîye kurdîNasnava edebî
le çawî bed xuda ḧîfzî bika bîlla dełêy ḧûre