goranî leser kêşî «ey weten ey ummî muşfîq»

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  551 Dîtin
řewneqî baxî ḧeyatî mîllete ’îlim û finûn
mîlletî bê ’îlim û danş her zelîle û her zebûn
qewmî kurd muḧtacî řeḧme çunke meḧwî kirduwe
zilleyî destî ḧewadîs leqqeyî dinyay dûn
her lenaw çahî mezelletda emênî da’îma
takû eltafî ḧikûmetman ebête řehnimûn
her bijî ’edlî ḧikûmet wasîtey řahî necat
’edil û îḧsanî ḧikûmet, la eba daxî derûn
bê me’arîf ême najîn řêy tereqqî nagrîn
herbijî ḧamîy me’arîf, zînde bê ’îlim û finûn