goranîy bulbul be neẍme leser kêşî «qafqasya daẍlirî çîçkilir açar»

le şî’rî «simi’it şi’ra lil’indilîb» wergîrawe
Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  824 Dîtin
bulbul be neẍmey diłkêş û xoşî
gułzarî piř kird deng û xiroşî
bangî kird xełqe serbest xułqawim
lem bax û deşte řûnake çawim
be şewq û xoşî lem guł bo ew guł
be hewes eçim lem çił bo ew çił
lenaw direxta ekem hêlane
serim sêbere û ferşim gułane
ke bay seḧerî eşnêtewe
liqî gułekan elerêtewe
çendim pê xoşe neẍmey azadî
bo xom exwênim be şewq û şadî
eger ḧez eken diłşadim biken
le bendî qefez azadim biken
ger latan xoşe emin bidwênin
berełłam biken wazim lê bênin!!