goranîy hîwa

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  635 Dîtin
ta dest lemil hîwa nekem şerte nenîşim qet betał
bo lawî tazey qewmî kurd bibme nimûney bê mîsal

buwete şî’ar û kirdewem serbestî û azadîy weten
lem řêguzareş bim zebûn, nabînim asarî melal
ta dest lemil hîwa nekem şerte nenîşim qet betał
hewł û koşşim lazme, bo xizmetî haw mîlletim
roḧê le řêgay mîlleta, neybexşim eynême çał