kurdêkim ewê

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  915 Dîtin
kurdêkim ewê ziring û çalak
bo mudde’î çust û bê bak
kurdêkim ewê ke řojî emřo
cê xencerekey neka be sîwak
kurdêkim ewê be hoş û danş
bo wez’î zemane xawen îdrak
kurdêkim ewê neka merayî
bo xawenî fils û mulk û emlak
kurdêkim ewê ke xwaş binasê
îmanî bibê beşahî «lulak»
kurdêkim ewê nebê bedaym
meşẍulî xew û xeyał û xorak
kurdêkim ewê kemal û fîkirî
lay mîlletekey bigate eflak
kurdêkim ewê kewa netirsê
hergîz le wezîr û mîrî sefak
kurdêkim ewê ke hêzî wabê
bêgane bixate ser zewî û xak
kurdêkim ewê le řêy wetenda
bê ẍeş bikewête xizmetî çak
kurdêkim ewê hemû birabin
hîç ferqî neka nebab û nedak
gewre bebçûk biłê birale
çukeş ke begewrekey biłê kak
bem řenge eger destim kewê kurd
bê gyanî ekem hezar zuḧakKes