ey bulbulî!
Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
2 Xulek
862 Dîtin
ey bulbulî ḧedîqey mułkî hunerwerî
derḧeq be lutfî xasî cenabit xecałetîn
lew medḧe bê ẍeşe hemû bê qedir û qîmetîn
qabîl bemeslekî udebaye suxenwerî
«lilّh dirّkimErebî» ke geyştûyte enwerîKes
şukirit ekem benawî mudîr û mu’ellîman
mediḧit ekem be nawî řefîqanî muḧterem
ey nûrî dîdeyî wetenî pak û muḧteşem
derḧeq be ’îlim û mekteb eto hatûyte zuban
fîkirî biłindî toye geyştuwete muşterî
xakî weten ke gewherî hařaweye hemûy
wek surme waye bo nezerî ehlî me’rîfet
nayête řêy jimare ke lew daye her sîfet
piř awekey ḧeyate hemû şîşe û sebûy
bê nirxe gewherî ke nega zû be cewherî
çawî le destî êmeye em dayke bê kese
dewrey teceddude, eme ’esrî tekamule
’eybê ke neqis û gewreye emřo tekasule
xwêndin lizûme sa çi le mekteb çi medrese
besye sema’î çeng û ney û ’umrî serserî
’îlim û finûne buwete çiray mułkî ser zemîn
fenne cemadî kirduwe emřo be «zu ḧyatErebî»
dîqqet ke to beçawî ḧeqîqet le ka’înat
cehle ke buwete ba’îsî fewtanî mułk û dîn
’îlme ke saḧêbî degeyênê beserwerî
yařeb! hîdayetê merbûtî qudrete
bê beş nebîn le nî’metî ’îlmê ke nafî’e
derxey çira be ḧurmetî zatê ke şafî’e
laman bidey le cehil û nefamî ke zułmete
feřman fiřîwe cîqqey serma nebê feřî