syasî nîm

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  581 Dîtin
syasî nîm û ’esker nîm, bełam dyare be asarî
ke hîtler leř buwe neymawe hełpey par û pêrarî
le beř kełbe û biřey wird kirduwe wirçêkî kwêstanî
le awîşa becarê dû neheng dawye pelamarî
řefîqîşî ke mosolênîKesye me’lûme lay ’alem
le dest yonan geyşte asman firyad û hawarî
řefîqî ḧîze, xoy bê hêze, manendî kerî dêze
betopînîş řezaye mergî haweł bû beserbarî
betund û tîjî hate pêşewe hîtlerKes bełam dwayî
petî piçřa û, hîway biřřa, defî diřřa, nema çarî
dexîl ey xêłî îngilîzî seqalya piř le îslame
ebê çawdêrî bikirê çi dêhatîy û çi nawşarî
sedakey fatîkan fitway cîhadî dabû bo ser řûs
minîş fitwa edem «papa» bepayek bênne yarî